Li Gaziyê polîsan êrîş birin ser çalakiya Cizîr û Sûrê

Girseya ji bo piştgiriya berxwedanên Cizîr û Sûrê bi banga Piştevaniya Sûltangazî kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Pevçûnên bi êrîşa polîsan derket didomin.

Girseya ji bo piştgiriya berxwedanên Cizîr û Sûrê bi banga Piştevaniya Sûltangazî kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Pevçûnên bi êrîşa polîsan derket didomin.

Ciwan li hember êrîşa polîsan xwe parastin, di têketina kolanan barîqat danîn, agir pêxistin. Li taxê pevçûn didomin.

Bi armanca balkişandana ser dorpêçên dewleta Tirk ên li ser Cizîr û Sûrê bi banga Piştevahiya Sûltangazî meşa ji pêşiya Qereqola Kevn a li Taxa Gazî ya Stenbolê heta Mala Cem a Gazî wê dewam bikira rastî êrîşa polîsan hat. Pevçûnên li ser êrîşa polîsan destpê kirin dewam dikin.

Di meşa ku pankarta, “Berxwedanê mezin bike mirovahî dimire” hat vekirin de dirûşmeyên “PKK Gel E, Gel Li Vir E”, “Bijî Berxwedana YPS’ hatin berzkirin, li hember êrîşa polîsan jî ciwanan bi fîşekên hewayî, Molotof û bombeyên deng bersiv dan. Ciwanên ku di têketina kolanan de barîqat danîn, li cade û kolanan agir pêxistin.

Di pevçûnên ku di demek kurt de belavî taxê bû de ciwan berxwedana xweparastinê didomînin. Di taxa ku tim bi tim dengên teqîna tên de gel ji şaneşînan piştgiriyê dide ciwanan.

Pevçûnên li taxê di kolanan de dewam dikin.