Parlamanterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê rewşa dawî ya li navçeyê de agahî parve kir. Sariyildiz diyar kir, wesayîtên ji bo rakirina cenazeyan hatine şandin, lê belê agahiyeke zelal negihaştiye wan.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji Cizîrê ev agahiyên dawî ji ANF'ê re ragihand:
"Duh bi şev, berî ku ev agahî belav bibe, teqîneke dijwar a dengê wê li tevahiya navçeyê hat bihîstin, rû da. Ji me re hat ragihandin ku piştî teqînê 7 cenaze rakirine nexweşaxneyê. Ji xwe xebatkarên nexweşxaneyê xistine odeyekê û derî li ser wan girtine. Hêzên dewletê nexweşxane xistine bin kontrola xwe. Em nizanin bê cenaze yan jî birîndar rakirine wê derê. Beriya niha li jêrzemîna avahiyekê ji mirovên asê mabûn 9 kes hatibûn şewitandin. Li gorî agahiyên neyekser ji me re hatine ragihandin, hin cenazeyên şewitîne hatine dîtin. Ev mirov bi birîndarî li avahiyekê bûn. Dor li wan hatibû girtin. Û ji ber topbarana ji tankan şewat bi avahiyê ketibû. Em nikarin agahiyan bi dest bixin, bê duh bi şev çend mirov li wê derê hatine înfazkirin. Niha du wesayîtên me yên rakirina cenazeyan ketine nava taxê."
RASTIYEK BI TENÊ HEYE; EW JÎ PÊKHATINA KOMKUJIYÊ YE
Sariyildiz der barê daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Şirnexê de ku gotibû '10 kes hatine bêbandorkirin' de ev nirxandin kir:
"Duh bi şev qenala fermî ya dewletê TRT got 60 kes. Dûre îdîayên 30 kes li derdorê belav bûn. Walîtî niha dibêje 10 kes. Ji bo nerazîbûna raya giştî kêm bike, dibe ku hejmaran kêm diweşînin. Rastiyeke bi tenê li vir heye; ew jî pêkhatina komkujiyeke wehşî ye. Hejmara, rastiya vê wehşetê naguherîne."