NAV-DEM’ê banga çalakiyê kir

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya têkîldarî qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê daxuyanî da.

NAV-DEM’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku AKP’e dixwaze çokan li gelê Kurd bişkîne, lê têk diçe, wiha dewam kir: “Gelê Kurd li dijî van êrîşanên nemerdî yên li hember Cizîrê bi xwedîderketina li berxwedana dîrokî ve wê bi şîara, ‘Her der Cizîr, her der berxwedan’ li qadan berxwedanê mezin bike. Li hember pergala dîktatortiya faşîst a Tirk wê serî netewîne û têk bibe.”

BANGA LI MERKEL

NAV-DEM got, “Têkoşîna Azadiya Kurd bi dîroka têkoşîna 40 salan ve li dijî tevahî dîktatortiya û polîtîkayên wan ên şerê qirêj bi mezinkirina berxwedanê wan têk biriye. Wek ên berê, xewna bi tirs a dîktatortiya faşîst a niha jî berxwedana xwerêveberiya dîrokî ya gelê Kurd e” û li hember bêdengiya dewletên Ewropa û saziyên navneteweyî bertekên tund nîşan da. Di dewama daxuyaniyê de bang li Serokwezîra Elman Angela Merkel hat kirin ku êrîşên qirker ên AKP’ê protesto bike, hat destnîşankirin ku divê gelê Elman û derdorên muxalîf li dijî polîtîkayên durû yên dewleta Elman piştevaniya gelê Kurd bike.

‘EM ÇALAKIYÊN MEZIN LI DAR BIXIN’

NAV-DEM’ê got, “Di serî de Kurdistaniyên li Elmanya, em bang li tevahî şoreşger-demokrat, mirovên bi rûmet dikin ku li hemberî vî şerî bêdeng nemînin, bê navber berxwedanê mezin bikin” û wiha dewam kir:

“Ji navendên me yên civakê û hevbirên me re banga me ye; ji bo şermezarkirina qetlîama Cizîrê ya AKP’e ya zîhniyeta DAIŞ’ê divê saet 12.00’an li pêşiya sefaretxaneyan mîtîngên mezin bên lidarxistin. Ji bo meşa li Dusseldorfê ya tevahî eyalet wê tevlî bibe, li NRW’ê saet 17.00’an, divê tevlîbûnek xurt bê çêkirin. Li tevahî bajarên din jî divê saet di navbera 15.00-17.00’an de meş û mîtîng bên lidarxistin.”