Saltan ê YPS’yî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Endamê YPS’ê Mehmet Saltan ê di çalakiya li hember Navenda Qedemeya Polîsan a Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
ANF
ŞIRNEX
şemî, 6 reşemiyê 2016, 14:45
Endamê YPS’ê Mehmet Saltan ê di çalakiya duh li hember Navenda Qedemeya Polîsan a li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Nalaro ya li Taxa Bahçelîevler ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Bi sedan kesên ku piştî karên otopsiyê cenazeyê Saltan wergirtin, bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” ketin meşê.
Li goristanê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Li vir Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan axivî û got ku gelê Kurd li dijî êrîşan li ber xwe dide.
Piştre jî bavê Saltan, Îbrahîm Saltan axivî û wiha got: "Heke em bibêjin êşa me tuneye ev wê nerast be. Êşa me hemûyan heye. Lê, kurê min ji bo kalanê an jî zilmê nehatiyê qetilkirin. Serî danî rêya şerefê û di rêya şerefê de şehîd ket. Bila serê gelê Kurd sax be. Bila serê Rêber Apo sax be, serê gerîla sax be." Piştî axaftinan cenazeyê Saltan li cem kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, hate defnkirin.
Li aliyê din nasnameya 3 endamên YPS'ê ku di heman çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin eşkerekirin. Hate hinbûn YPS'iyên ku jiyana xwe ji dest dane Îtalîn Atak ê li Cizîrê ji dayik bûye, Mazlum Yeşîl ê li Pirsûsê ji dayik bûye, Alî Sevîlgen ê li Cizîrê ji dayik bûye ne. Canezeyên 3 ciwanan li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tên rawestandin.