Li Amed, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, xwestin dawî li êrîşên qirkirinê bînin. Di çalakiyê de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
AMED
Xizmên windayan û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 364'emîn de li Parka Koşuyoluyê kom bûn. Dayikên aştiyê û aktivîstên mafên mirovan jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di daxuyaniya vê heftê de aqûbeta Ahmet Tekin ê ku di sala 1994' an de hate windakirin hate pirsîn.Di daxuyaniyê de li ser navê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî bang li hêzên dewletê kir ku dest ji vê hovîtiyê berde û wiha got: " Bi ewqas komkujî û kuştinan we ev pirsgirêk çareser nekir, ev pirsgerek wiha nayê çareser kirin."
Piştî axaftina Racî Bîlîcî, çîroka Ahmet Tekîn ê ku di sala 1994'an de ji aliyê dewletê hate windakirin hat xwendin.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li Kolana Hunerê cara 94'emîn hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji hêla JÎTEM’ê û leşkeran ve hatî qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD'ê, rêxistinên DBP, HDP’ê, Dayîkên Aşitiyê û gelek welatî amade bûn. Dayîkan di çalakiya vê heftê de aqûbeta M. Sidik Baysal ê ku di sala 2004’an de ji aliyê leşkeran ve hatî windakirin pirsîn.
‘Gund bi gund geriya ji bo agahiyê ji hevjînê xwe bigire’
Nûnerê ÎHD’ê Tayîp Canan beriya ku çîroka Baysal vebêje da zanîn ku wan çalakiya wê hefteyê diyarî gelê Cizîrê yê ku 55 roj in li hemberî tank û topên çeteyên AKP’ê li ber xwe dide kirine û çîroka Baysal wiha vegot: “Baysal ji bo debara mala xwe bike bazirganiya sewalan dikir û bavê 3 zarokan bû. Baysal ji bo bazirganiyê derbasî Geliyê Doskiyan û gundê Oremar bû lê careke din venegeriya mala xwe. Malbata Baysal çend rojan agahî ji kurê xwe negirtin. Hevsera Baysal, Perîxan Baysal ji bo ku agahiyê ji hevjînê xwe bigire mehan gund bi gund geriya lê ti encam ne girt. Piştî ti agahî ji Baysal nehat girtin leşkeran bi ser mala Baysal da girt û bavê Baysal Esat Baysal binçavkir. Pişt re hat hînbûn ku Baysal dema dixwest derbasî gundê Oremarê bibe ji hêla leşkerên ku çûyî opersyona gundên Oremar ve hatiye qetilkirin û cenazeyê Baysal jî di hewşa Qerekola Sînavan de hatiye veşartin.”
Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat kirin.
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya “Winda bên dîtin, kujer bên darizandin” a hefteya 365’an li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser riya Gulîstanê pêk anîn. Xizmên windayan, wêneyên windayan û wêneya Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hilgirtin. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê û nûnerên saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiya xizmên windayan. Xizmên windayan di çalakiya xwe de êrîşên hêzên dewletê ya li ser Cizîrê şermezar kirin û ji bo birîndarên li Cizîrê banga vekirina korîdora tendûrîstiyê kirin.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlîhê Mehmet Bagadir li ser navê xizmên windayan daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand li ser êrîşên hêzên dewletê ya li ser Cizîrê û got ku dewlet li Cizîrê sucê mirovahiyê pêk tîne.
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya runiştinê dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmen windayan jî li ber Sumerbanka kevn daxuyaniya çapemeniyê dan. Li gel endamên komelê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê vê heftê de, çîroka Maksut Tepelî yê ku di 1980'an de di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate vegotin. Rêvebira ÎHD'ê Aysel Buzludag da zanîn ku Maksut Tepelî bêyî ku agahiya malbata wî hebe, weke "mirî" di nifûsê de hatiye qeydkirin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate kirin.