Parêzer û malbatên birîndaran li pêşiya Cizîrê hatin astengkirin
Malbatên birîndarên ku li Cizîrê di avahiyan de di bin dorpêça mirinê de ne û parêzerên wan ên endamên OHD û MHD’ê li pêşîya Cizîrê hatin astengkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di jêrzemîna du avahiyan de bi dehan birîndar bi rojan e di dorpêça mirinê ya hêzên dewletê de ne û ti agahî ji wan nayê girtin. Ji bo xwe bigihînin birîndaran, malbatên birîndaran û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) ji Nisêbînê ber bi Cizîrê ve bi rê ketin.
Parêzer û malbatên birîndaran ên ji Nisêbînê ber bi Cizîrê bi wesayîtan ketin rê, li pêşiya Cizîrê ji aliyê leşker û tîmên taybet ên bi wesayîtên zirxî rê girtibûn hatin astengkirin. Li pêşiya navçeyê hat diyarkirin ku ji ketinê re wê destûrê nedin, li ser vê parêzeran nerazîbûn nîşan dan, gotin rewşa tenduristiya muwekîlên wan qrîtîk in û dixwazin birîndaran bigirin. Rawestandina parêzer û malbatan ên di ketina navçeyê hatin astengkirin didome.