Ji bo xwegihandin û wergirtina birîndarên ev bi rojan e li jêrzemîna avahiya li Cizîrê asê mane, kedkarên tenduristiyê yên dildar careke din hewl dan biçin Cizîrê.
Ji SES, TTB û Odeya Tabîban a Amedê 3 doktor û 7 kedkarên tenduristiyê yên dildar, bi ambûlanseke Şaredariya Êlihê re, ji Êlihê berê xwe dan Mîdyatê.
Kedkarên tenduristiyê hewl dan ji Mîdyatê di ser rêya Nisêbînê re xwe bigihînin Cizîrê. Lê belê li pêşiya Mîdyatê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin sekinandin. Polîsên Tirk ji kedkaran re gotin qedexe ye ew biçin, nasnameyên kedkaran kontrol kirin û li nava çenteyên wan geriyan.
Her wiha polîsan bi îdîaya 'ewraq kêm in' hewl dan dest deynin ser ambûlansa Şaredariya Êlihê. Kedkar li herêmê li benda derbasûnê ne.