Partiya Komunîst a Fransa piştgirî da çalakiya Montpellîer

Partiya Komunîst a Fransa jî piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya li Montpellîerê.

Fransa Komünist Partisi (PCF), Kuzey Kürdistan'daki soykırımcı saldırılara karşı açlık grevinde olan eylemcileri ziyaret etti.

PCF'den Roger Moncharmont ile Pierre Boutan, ziyaretlerinin destek amacı taşıdığını belirtti.

Partiya Komunîst a Fransa (PCF), çalakvanên li dijî êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne ziyaret kir.

Ji PCF’ê Roger Moncharmont û Pîerre Boûtan diyar kirin ku ziyareta wan bi armanca piştgiriyê ye.

BANG LI HIKÛMETA FRANSA HAT KIRIN

Roger û Boûtan gotin, “Em her tim têkoşîna Kurdan dişopînin, hem li Iraq hem jî Sûriyeyê. Em durûtiya Erdogan dizanin; em baş dizanin ku li dijî Kurdan piştgiriya terorîzma DAIŞ’ê dike” bang li hikûmeta Fransî kirin. PCF’yiyan xwestin ku hikûmet alîkariya bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re qut bike, gotin ji bo piştgiriya çalakiya Kurdan wê rojnameya La Marseillaise bixin dewrê.

Greva birçîbûnê ya li qada herî qelebalix a bajar didome, îro bi meşek girseyî ve saet 16.00’an wê bê bidawîkirin.