Cenazeyê Adal ê YPS'yî hat veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Halîl Adal ê di çalakiya li hemberî Navendeke Polîsan a li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Dayika Adal di merasîmê de got, "Halîlê min şehîdê Kurdistanê ye."
Cenazeyê endamê YPS'ê Halîl Adal ê di çalakiya li hemberî Navendeke Polîsan a li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Dayika Adal di merasîmê de got, "Halîlê min şehîdê Kurdistanê ye."
Cenazeyê endamê YPS'ê Halîl Adal ê di çalakiya 5'ê Sibatê ya li hemberî Navendeke Polîsan a li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Nolaro ya li taxa Bahçelîevlerê hat veşartin.
Piştî otopsiyê, bi sedan kesî darbesta cenazeyê Adal ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û li ser milan birin goristanê. Di meşê de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "AKP a kujer wê hesab bide" hatin qîrîn. Li Goristana Nolaro li ber sirûda "Ey Reqîb" ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin.
Berdevkê MEYADER Botanê Mele Qasim Yîgît li merasîmê peyivî û sersaxî ji malbata Adal re xwest. Yîgît diyar kir, bi mehan e li Botanê wehşetek heye, mehên tarî hene û got, "Ji bo ji holê rakirina vê tarîtiyê, bi sedan ciwanên me, lehengên me canê xwe feda dikin. Em li ber wan bejna xwe ditewînin. Em deyndarê wan e. Wan ji bo ji holê rakirina tarîtiya li ser xaka bav û kalên me, canê xwe feda kirin. Em ê li ser şopa wan her bimeşin. Wan canê xwe yê ezîz ji bo me feda kirin. Bila serê me hemûyan sax be."
Hevserokê Meclîsa Gel Umran Yîgît jî anî ziman ku ew li ber bîranîna şehîdên xwerêveberiyê bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û got, "Hevalên Halîl, Asya û Koçer bila di gora xwe de dilrehet razên. Heta ku dilopek xwîn di bedena me de hebe, em ê li ser rêya wan bimeşin. Em ê ala we ya azadiyê her bilind bikin û xeyalên we pêk bînin."
Bavê Adal Ramazan Adal jî got, "Bila serê gelê Kurd sax be. Ew ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd e. Ji ber ku di vê serma û seqemê de hûn hatine vê derê, mala we hemûyan ava. Bila serê Kurdistanê sax be."
Di dema veşartina cenazeyê Adal de dayika Xezal Adal peyivî û got, "Halîlê min şehîdê Kurdistanê ye."