Rapora TÎHV'ê: 224 sivîl hatin qetilkirin

TÎHV'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê dibe ser Kurdistanê, raporek amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku 224 sivîl hatine qetilkirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li ser binpêkirina mafê tenduristiyê û jiyanê yên li bajarên Kurdistanê yên ji ber 'qedexeya derketina derve' raporek amade kir.

Li gorî raporê, dorpêçiyê bandor li ser herî kêm 1 mîlyon 377 hezar mirovî kiriye; ji 16'ê Tebaxa 2015'an dema ragihandina qedexeya destpêkê û vir ve 42 jê zarok, 31 jê jin, 30 jê mirovên emrê wan zêdeyî 60 salî ne, herî kêm 224 sivîl hatine qetilkirin.

LI SÛR, CIZÎR Û SILOPIYAYÊ 142 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Di raporê de hat ragihandin ku li navçeya Amed Sûrê û li navçeya Şirnex Cizîrê hînê qedexe dewam dike, li navçeya Şirnex Silopiyayê jî qedexe bi tenê di nava rojê de hatiye rakirin. 

TÎHV'ê da zanîn, ku li van her sê navçeyan 142 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî da: "Li gorî gotinên şahidan; ji 11'ê Kanûna 2015'an heta 5'ê Sibata 2016'an herî kêm 64 mirov li nava mala xwe; 53 ji wa bi guleyan û topbarana ji tankan, 11 jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ku yekser pêwendiya xwe bi qedexeya derketina derve re heye, jiyana xwe ji dest dane."

'31 KES JÎ JI BER ASTENGÎ JI HATINA AMBÛLANSAN RE HAT DERXISTIN, JIYANA XWE JI DEST DAN'

Di rapora TÎHV'ê de hat ragihandin ku ji ber astengiya hêzên dewletê derxistin pêşiya ambûlansan, herî kêm 31 kes nikarîbûn bên tedawîkirin, lewma jiyaan xwe ji dest dane.

Di raporê de hat ragihandin ku divê lêkolînên serbixwe û bêalî bi lezgînî werin kirin.