Li Rojava ajansa ciwanan ava bû

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo xebatên ciwanan ên şoreşa Rojava bişopîne û bi belge bike, ajanseke taybet a ciwanan vekir.

Yekîtiya Ciwanên Rojava ajanseke taybet ji bo nûçeyên ciwanan a bi navê Ajansa Ciwanan a Rojava vekir. Li Rojava ev ajansa yekemîn e ku wê girîngiyê bide xebatên ciwanan û xebatên wan bişopînin.

Ajans wê li ser kategoriyên "Nûçe, Ciwan, Jina Ciwan, Gotar, Cangoriyên Ciwanan, Xwendevan û Çand" bi dirûşmeya "Me bi ciwanan destpê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin" weşana xwe bike.

Ajansa ji 10 endamên ciwanan, wê bi zimanên Kurdî û Erebî weşanê bike.

Xwendevan dikarin Ajansa Ciwanan a Rojava li ser vê lînkê bişopînin: http://ciwanenrojava.net/ku/