Li Amedê çalakiya li dijî tîmên tevgera taybet

Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Amed Hênê, li dijî tîmên tevgera taybet çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Di encama çalakiyê de, 3 endamên tîmên tevgera taybet hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li dijî komkujiyên li hemberî gelê Kurdistanê tên kirin, çalakiyeke bersivdayînê hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êvara 5'ê Sibatê, li hemberî girê Gaban ê di navbera navçeya Amed Hênê û bajarokê Cewze yê Hênê de hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Bi çekên ferdî derbên xurt li 6 konên tîmên tevgera taybet lê bûn hat xistin. Di vê çalakiyê de bi çav hatiye dîtin ku 3 tîmên taybet hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne. Hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêdetir be. Piştî çalakiyê artêşa TC bi desteka maşînên zirxî, bi ambûlans û helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Piştî çalakiyê tîmên tevgera taybet dest ji gir berdan û vekişiyan."

Li ser tevgera hewayî jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Ji saet 17:30 ê 6'ê Sibatê heta saet 06:00 ê 7'ê Sibatê (îro) bi balafirên bê mirov ên keşfê re li herêma Heftanînê keşif hatiye kirin. 7'ê Sibatê saet di navbera 00:00-00:30 de li Heftanînê, 6'ê Sibatê saet di navbera 13:00-13:30 de li herêma Metîna balafirên şer geriyan."