Heyeta HDP û DBP'ê ya ji bo bi dehan birîndarên ku bi rojan e di avahiyan de asê mane rakin nexweşxanê piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Mêrdînê ber bi Cizîrê ve derketin rê, hatin astengkirin.
Ji bo bi dehan birîndarên ku li Taxa Cudî ya Cizîrê ev bi rojan in li du avahiyan de asê mane, hewldanek nû tê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat, Îdrîs Baluken, Dîrayet Taşdemîr û Mîthat Sancar û kedkarên tenduristiyê jî di nav de heyetek ji bo birîndaran rakin nexweşxanê ber bi Cizîrê ve derketin rê. Lê, dîsa tevî hemû hewldanan heyet beriya xwe bigihîne Cizîrê, hat astengkirin.
Heyeta ku xwestin biçin Cizîrê rêya Nisêbînê bi kar anîn, li fetlanoka Oyali ya dikeve sînorê bajarê Mêrdîn û Şirnexê ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hatin astengkirin.
Tê payin ku li ser astengkirinê heyet daxuyaniyekê bide.