Li Wanê bi hezaran ji bo Cizîr û Sûrê meşiyan
Êrîşên qedexeya kolanan û qirkirinê yên li Cizîrê û Sûrê dewam dikin li Wanê bi meşek girseyî û daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin.
Êrîşên qedexeya kolanan û qirkirinê yên li Cizîrê û Sûrê dewam dikin li Wanê bi meşek girseyî û daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin.
Bi hezaran kes di çarçoveya aktîviteyên “Deng bide aştiyê” ji bo qedexeyên kolanan û qetlîamên li Cizîr û Sûrê dewam dikin protesto bikin, li Taxa Şerefiye, Qada Beşyol û Hala Sewze ya Wanê kom bûn, bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Serok Apo” û “Qatil AKP” ber bi fetlarêya 2 Nisanê dest bi meşê kirin. Hevserokên DBP’ê yên Bajarê Wanê Caziya Dûman, Okkeş Kawa, Hevserokên HDP’ê yên Bajarê Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî, hevbirên KJA, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û tevî rêveberên HDP-DBP yên bajar û navçeyan ve bi hezaran kes tevlî meşê bûn.
Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Okkeş Kawa xîtabî bi hezaran kesên tevî astengiya polîsan jî gihiştin fetlerêya 2 Nîsanê kir, got hikûmeta AKP’ê ji 7’ê Hezîranê ve konsepteke şerekî qirêj dimeşîne, lê ev planên îmhayê yên navê ‘têkbirinê’ lê dikin bi berxwedana gelê Kurd têk çûye. Kawa destnîşan kir ku lewre hikûmeta AKP’ê qetlîaman dike, wiha got: “AKP’ê li Kurdistanê OHAL îlan kir, qanûn û zagon ji holê rakirin. Niha bajarên me tên bomberdûmankirin, valakirin û mirovên me neçarî koçberiyê tên kirin. Çalakiyên me yên herî biçûk ên demokratîk jî di encama talîmatên walî û qeymeqaman rastî şîdeta polîsan tê. Lê, çi dikin bila bikin, heta îro gelê Kurd paş de gav navêtiye, jî îro û şûn de jî navêje. Em wek partiyên siyasî û saziyên siyasî bang li hikûmetê dikin. Hûn ev 40 sal in vî gelî baş dinasin. Hûn ê nikaribin bi qetlîamên xwe ji azadiya vî gelî re bibin asteng. Tenê ew xwîna hûn dirijînin wê we jî bifetisîne.”
Kawa diyar kir ku wê gelê Kurd statuya xwe ava bike û ti kes jî nikare li pêş vê bisekine, wiha dewam kir: “Tecrîd hat şidandin, îradeya sîyasî nayê naskirin. Gelê Kurd jî li hember vê xwe diparêze, ev jî wê azadiyê bîne. Niha ji bo hê zêdetir qetlîam çênebin em bang li her kesî dikin ku li dijî şer, li dijî tecrîdê deng bidin aştiyê. Heta tecrîd bê rakirin û ev şerê qirêj neyê bidawîkirin wê berxwedana me bidome. Tevahî gelê me pêwîst e li her deverê tevlî çalakiyên dengderxistinê bibin.”
Piştî daxuyaniyê, girse bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Cizîrê” ve ji qadê belav bû.