Li Meletiyê 11 kes hatin binçavkirin

Li Meletî 11 endamên EMEP'ê ku di nav de Serokê EMEP’ê yê Bajarê Meletî Kemal Gultekîn jî heye, dema ji bo dorpêç û êrîşên li Kurdistanê afîş dadilqandin hatin binçavkirin.

Li Meletî 11 endamên EMEP'ê ku di nav de Serokê EMEP’ê yê Bajarê Meletî Kemal Gultekîn jî heye, dema ji bo dorpêç û êrîşên li Kurdistanê afîş dadilqandin hatin binçavkirin.

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên li hemberî dorpêç û êrîşên terora dewleta Tirk a li Kurdistanê her ku diçe berfireh dibin. Li Taxa Paşakoşk a Meletî, endamên EMEP'ê ji bo balê bikşînin ser terora dewletê afîşên bi nivîsa "Ji bo dengê aşitiyê bilind bikin em bibin yek" daliqandin. Polîsan mudaxaleyî komê kir û Serokê Bajêr ê EMEP'a Meletî Kemal Gultekîn jî di nav de 11 endamên EMEP'ê binçav kir. 

Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr.