Heyva Sor a Kurdistanê li Japonyayê jî dest bi xebatan kir

Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Elmanyayê ye, li Japonya jî hat avakirin. Li welat ji bo pêdiviyên gelê li Bakurê Kurdistanê kampanya hatin destpêkirin.

Heyva Sor a Kurdistanê ku li Japonya jî dest bi xebatan kir, damezirandina xwe bi awayek fermî ragihand.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê li Bakurê Kurdistanê dest bi kampanyaya alîkariyê kir, alîkariyên li Japonya bên komkirin wê bişîne Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran û Cizîrê.

‘EM LI HER DERÊ CÎHANÊ BIBIN YEK’

Rêveberê Japonya yê Heyva Sor a Kurdistanê Şah Îsmaîl Elma daxuyanî da, diyar kir ku gelê Kurdistanê ne tenê ye. Elma wiha axivî: “Li her derê cîhanê pêwistiya me bi yekbûna gelê Kurdistanê heye. Em wek Kurdên li Japonya dijîn,, eger îro me jî piştgiriyek kiribe em dilşad in.. Em ê ji Japonya ji bo bicihanîna pêdiviyên gelê xwe çi ji destên me tên bikin.” Bi sedan kes tevlî kampanyayê bûn û piştgirî danê.