Li Qoserê li kolanê cenazeyek hat dîtin

Li Taxa Mezopotamya ya Qoserê cenazeyê kesekî nasnameya wî nayê zanîn û ji serê xwe hatiye gulekirin hat dîtin.

Li Taxa Mezopotamya ya Qoserê cenazeyê kesekî nasnameya wî nayê zanîn û ji serê xwe hatiye gulekirin hat dîtin. 

Li Kolana 395 a Taxa Mezopotamya ya navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê gel ve cenzeyekî nasnameya wî nediyar ê mêrekî hat dîtin. Piştî ku gel agahî dan polîsan, gelek polîsên tîmên taybet û tîmên lêkolînê hatin cihê bûyerê. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê temam bû, ji bo karûbarê otopsiyê cenaze bi ambûlansê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Detayên yekem ên têkildarî nasnameya cenazeyê hatî dîtin, tê payîn ku ev kesayet li cihekî din bi çekê gule li serî xistine û li kolanê hatiye hiştin.

...