Terora AKP’ê li Rihayê hat protestokirin

Li Rihayê meşa ku ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin.

Li Rihayê meşa ku ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin.

Li Rihayê di pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr, bi sedan kes li hemberî dorpêç û êrîşên tevkujiyê yên li bajarên Kurdistanê li ber rêxistina navçeya Eyyubiyeyê kom bûn û xwestin meşekê li dar bixin. Girse bi panqartên "Em li hemberî van komkujiyan bêdeng namînin û ji bo mirovatiyê hûn jî bibin qêrîn" û "Em mirinê naxwazin, jiyanê dixwazin" vekirin û xwestin ber bi Qada Şelaleyê ve bimeşin. Pêşiya girseyê ji hêla sedan polîs û bi dehan wesayîtên zirxî ve hat birîn. Girse ev helwesta hêzên dewletê bi çalakiya rûniştinê şermezar kir û saetekê rûniştin. Dema çalakiyê rûniştinê de girse her tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana Sûrê", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Kujer AKP, kujer Erdogan" berz kirin. Piştî çalakiya rûniştinê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol li ser navê girseyê daxuyanî da çapemeniyê. 
'HIKUMETA AKP'Ê LI KURDISTANÊ POLÎTÎQAYÊN QIRÊJ DIMEŞÎNE'
Ozbîngol berî axaftina xwe helwesta hêzên dewletê şermezar kir û got ku destûr nedayina meşê bê hûqûqi ye. Ozbîngol diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi konsepta şer ve li ser bajarên Kurdistanê hovitî dimeşîne û got: "Hikûmeta AKP'ê bi taybetî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Silopiya, Hezex û Geverê polîtîkayên qirêj xistine dewrê." 
'EM LI KOLANAN LI BERXWE DIDIN Û EM QEDEXEYÊN WE NAS NAKIN!' 
Ozbîngol da zanîn ku ji aliyekî komkujî û ji hêlekê jî operasyonên qîrkirinê lez û bez tên domandin û wiha axivî: "Li gel hemû van êrîşan divê gelê Kurdîstanê û kesên ji xwe re dibên demokrat bila rabin û derkevin kolanan. Divê her kes li kolanan çalakiya pêk bînin û bê navber piştgiriyê bidin gelê Sûrê û Cizîrê. Divê em her derê bikin wek Cizîr û Sûrê. Ji bo em li hemberî van dorpêç û êrîşên tevkujiyê bisekinin, divê em rolê xwe baş bilîzin, nehêlin gelê me bê qetilkirin."