Avesta: Ev faşîzm wê wan jî bişewitîne
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li heysiyet û rûmeta gelê Kurd e.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li heysiyet û rûmeta gelê Kurd e.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta bû mêvanê bernameyeke taybet a Çira TV û daxuyaniyên girîng da. Avesta bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku hewl tê dayîn Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd li girava Îmraliyê were fetisandin.
'RÊBER APO JI BO ME RÛMET E'
Avesta got, "Gotina tecrîdê têrî vegotina rewşa li Girava Îmraliyê nake. Bi qanûnên taybet re faşîzm tê kirin. Sirgûnkirina du girtiyên bi wezîfeya sekreteryayê radibû, rewşa dijwar a faşîzmê ya li giravê radixe pêş çavan. bi vê tecerîdê re dixwazin rûmeta gelê Kurd binpê bikin. Rêber Apo ji bo me rûmet e, nêrîn e, zanyarî ye, ruh e. Nêzîkatiya li Rêber Apo nêzîkatiya li heysiyet û rûmeta gelê Kurd e, nêzîkatiya li mirovahiyê ye."
'DI BIN BERXWEDANÊ DE DEWLEMENDIYEKE MEZIN HEYE'
Avesta êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê jî nirxand û destnîşan kir, ku li Bakurê Kurdistanê şerê gel dimeşe. Avesta anî ziamn, ev berxwedan ji kûrahiya dîrokê tê, berxwedana li wê derê berxwedana mirovahiyê ye û got, "Şoreşa Bakurê Kurdistanê bi dehan salan e didome. Gel rabû ser piyan. Gel yekîneyên parastinê ava kiriye. Ez Yekîneyên Parastina Sivîl silav dikim. Êdî çeka azadiyê hatiye hilgirtin. Ruhê Kobanê û Şengalê li Bakurê Kurdistanê jî bi rêxistin bûye. Kobanê, Şengal ew hêz ji Bakurê Kurdistanê ji felsefeya Rêber Apo, ji berxwedana dehan salan wergirt. Li ser şopa Bêrîvanan, Egîdan, Mazlûman, Kemalan, Zekiyeyan vê têkoşînê destpê kir. Lewma di bin sîwana YPS'ê de berxwedaneke mezin heye. Di bingeha vê berxwedanê de dewlemendiyeke mezin, mîrateyeke mezin heye. Me ev mîrate li Cizîr, Silopiya û Sûrê dîtin. Sûr vê hêza xwe ji berxwedana Kemalan, Mazlûman, Xeyriyan, Sarayan digire."
'RUHÊ MASTER PLANA ŞARK-ISLAHAT E'
Avesta da xuyakirin, ku Şoreşa Bakurê Kurdistanê rûmeta tevahiya mirovahiyê ye, ruhê mirovên azadîxwaz e û destnîşan kir, ku xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê, li mirovahiyê, li xwe, li hebûn û siberoja xwe ye.
Avesta ragihand, ku hewl tê dayîn dîrok û çanda Kurdistanê bi van êrîşan re ji holê were rakirin û ev nirxandin kir: "Hewl didin îmajeke welê biafirînin, ku her tiştê gel hatiye şewitandin, xerakirin. Ziman, çand, nav, statuya gelê Kurd nayê naskirin. Dixwazin rûmetê jî ji dest bigirin. Civakeke bê rûmet mal û milkên xwe hebe, wê bi kêrî çi were? Gelê Kurd wê çi bike bi mal û milkan? Civakeke bê rûmet li qesran bijîn, wê bi kêrî çi were? Gelê Kurd vê yekê baş dizane. Bila ti kes xwe nexapîne. Hewl didin gelê me bidin koçberkirin. Dixwazin cih û warên wan vala bikin. Vê yekê jî bi zanebûn dikin. Em gelekî baş bi Plana Master dizanin. Berê jî ev kiribûn. Berê jî Plana Şark-Islahat xistibûn dewre. Ev jî kopya wê ye, ruh û dewama wê ye. Ruhê master, plana Şark-Islahat e. Plana têkbirinê ye, koçberkirinê ye."
Der barê asêhiştina birîndar û cenazeyên li jêrzemînên avahiyên li Cizîrê de Avesta got, "Kêm e ku mirov ji vê rewşê re bêjin bêexlaqî ye. Hikûmeta AKP'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê bêrûmetiya xwe nîşan dide. Ev bêrûmetiya hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Lê belê bila ew bizanibin; ev faşîzm wê wan jî bişewitîne. Ev faşîzm wê wan jî biavêje nava êgir."
'BERXWEDANA JINAN A LI DIJÎ ZILMÊ BERXWEDANEKE PÎROZ E'
Avesta bal kişand ser têkoşîna pêşengiyê ya jinan û got, "Di şoreşa Kurdistanê de jin ji her alî ve pêşeng e, bi pêşengiyê radibe. Di nava siyasetê de rola xwe dilîze. Ruhê berxwedanê dide siyaseta li Bakurê Kurdistanê. Vê rolê, zîhniyeta faşîzmê deşîfre kir. Jin hîmê bingehîn ê şoreşê ye."
Avesta da xuyakirin ku berxwedana dayikan, jinan a li dijî zilmê, berxwedaneke pîroz e û got, "Lewma YPS Jin biryareke di cih de ye. Ez bi taybetî wan pîroz dikim. Êdî çeka azadiyê di destê keçên ciwan de ye, di destê dayikan de ye."
Avesta got, "Ev berxwedan pîroz e. Ev rûmeta me ye. Xwedîderketina li YPS Jin xwedîderketina li tevahiya nirxên jinê ye" û banga xwedîderketinê li her kesî kir.
Avesta di dawiya axaftina xwe de got, "Bihara 2016'an, bihara civakan e, biyara Rêberê azad e."