Li Hewlêrê, girseya gel ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê û protestokirina komploya 15'ê Sibatê xwest ber bi Nûnertiya Neteweyên Yebkûyî ve bimeşe. Lê belê hêzên asayîşa PDK'ê bi êrîşeke çekdarî dest li girseya gel werdan.
Girseya gel a li ber Îtaliy Cîty li hev civiya, ber bi Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve dest bi meşê kir. Lê belê hêzên asayîşê dest li gel werdan. Çalakgeran xwestin daxwaznameyekê radestî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bikin, lê hêzên asayîşê nehiştin. Gel nerazîbûn nîşanî astengiya hêzên asayîşê da. Hêzên asayîşê vê carê bi çekan dest li girseyê werdan.
Jineke 40 salî ji ber lêdana hêzên asayîşê birîndar bû.