Tûnç: Dixwazin me li vir înfaz bikin

Derket holê, avahiya 37 kes lê asê mabûn û ji ber şewata ji topbarana hêzên dewletê 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê maşînên zirxî ve hatiye dorpêçkirin û anonsa "Teslîm bibin, naxwe ji ya biqewime hûnê berpirsyar bin" tê kirin.

Li taxa Cûdî, ku li jêrzemîna avahiyekê bi dehan birîndar ev 14 roj in li benda rakirina nexweşxaneyê ne, duh derketibû holê ku li jêrzemîna avahiyeke din, 37 birîndarên din hene. Ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk li qatên jorê yên vê avahiyê şewat derketibû û ji ber vê şewata xwe gihandibû jêrzemînê 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li vê avahiyê ye anî ziman, ku maşînên zirxî dor li avahiya ew lê ne pêçandine û ji panzera hatiye heta ber derî anonsa 'teslîm bibin, naxwe ji ya biqewime hûnê berpirsyar bin' li wan tê kirin.

Tûnç diyar kir, li avahiya ew lê ne ji bilî birîndaran kes nîne, her wiha ti kesekî bi çek jî nîne û got, "Li avahiyê çekekî çekdar nîne. Dixwazin me li vê derê înfaz bikin. Dixwazin komkujiyekê bikin."

Duh di dema derketina şewatê de ekîbên arkujiyê yên Şaredariya Cizîrê hewl dan xwe bigihînin cihê bûyerê û şewatê vemirînin, lê belê çekdarên dewleta Tirk nehiştibûn ekîbên Şaredariyê şewatê vemirînin.

Tê gotin ku ji qatên jor ên avahiyê hînê dûxan bilind dibe.