Li navenda Şirnexê şerekî dijwar diqewime

Li navenda Şirnexê, ji ber êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxên Bahçelîevler, Dîcle û Yenîmahaleyê şerekî dijwar destpê kir.

Li taxên Bahçelîevler, Dîcle û Yenîmahale yên Şirnexê, di navbera hêzên çekdar ên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS-Jin de şerekî dijwar destpê kir.

Hêzên dewleta Tirk hewl dan bi çekên giran bikevin nava taxan. Li ser bersiva hêzên YPS û YPS-Jin, şer destpê kir û ev şer ji saet 11:00 û vir ve bi dijwarî didome.

Ji her devera navenda bajêr dengê çekan tê bihîstin. Hat ragihandin, di dema vî şerî de zarokeke bi navê Zehra Çevîk ji lingê xwe birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Di dema êrîşan de welatiyekî sivîl ê bi navê M. Siddik Tekman ê derdora 30 salî, bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû.

Tekman rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 2 polîsên di şer de birîndar bûn jî anîn nexweşxaneyê.