Malbatên birîndarên li Cizîrê: Ji bo wergirtina ewladên me, berxwedana topyekûn şert e

Malbatên birîndarên li jêrzemîna wehşetê ev 13 roj in asê man e û 6 roj in agahî ji wan nayê girtin, ji bo wergirtina zarokên xwe û rakirina dorpêçiya li ser Cizîrê gotin, "berxwedana topyekûn" şert e û bang li gelan kirin.

Malbatên birîndarên li jêrzemîna wehşetê ev 13 roj in asê man e û 6 roj in agahî ji wan nayê girtin, ji bo wergirtina zarokên xwe û rakirina dorpêçiya li ser Cizîrê gotin, "berxwedana topyekûn" şert e û bang li gelan kirin.

Ji birîndaran bavê Berjîn Demîrkaya, Mevlît Demîrkaya bibîr xist ku çend roj in ji keça xwe ti agahiyê nagire û diyar kir, ku ji bo dorpêça li ser Cizîrê rabe ji Erzîromê tevlî çalakiyê bûye. Bav Demîrkaya wiha axivî: "Divê hemû gel rabe ser piyan. Bi tena serê xwe têkoşîn nabe, têkoşîna giştî pêwîst e. Îro em ji keça min agahî nagirin, eger em nebin yek kî dizane sibe ji keç û kurê we jî em ê agahî negirin."

'KÎ AŞTIYÊ BIXWAZE, DIBE TERORÎST'

Dayika Alî Firat Kalkan, Fatma Kalkan jî ji Wan'ê tevlî berxwedanê bûye. Dayik Kalkan anî ziman ku ew 20 roj in ji kurê xwe ti agahiyê nagire û nerazîbûn nîşanî rayedarên hikumeta AKP'ê û dewletê da. Kalkan wiha berdewam kir: "Ev dewlet ji kurê min re dibêje 'terorîst.' Îro kî aştiyê, biratiya gelan dixwaze dibe terorîst."

'EGER EM BIBIN YEK TI HÊZ NIKARE BI ME'

Xwişka Sakîne Şîray, Taybet Çetînkaya jî bang li gelên Tirkiyeyê kir ku li hemberî vê wehşetê bikevin nav liv û tevgerê û wiha axivî: "Divê ne tenê Tirkiye, cîhan rabe ser piyan. Têkoşîna me mafdar e. Eger em bibin yek tu hêz nikare bi me."