Ji dayika Hesnî ji Erdogan re: Tu yê ti carî bi ser nekeve

Jinên Silopiyayê li dijî êrîşên hêzên dewletê yên 37 rojan pêşengiya berxwedanê kirin diyar kirin ku ew bi qetilkirinê tine nabin.

Jinên Silopiyayê li dijî êrîşên hêzên dewletê yên 37 rojan pêşengiya berxwedanê kirin diyar kirin ku ew bi qetilkirinê tine nabin. Ji dayikên Silopiyayê Hesnî Tekeş a 60 salî diyar kir ku li dijî zilma dewletê li ser piyan e û ji Erdogan re got, "Tu yê ti carî bi ser nekeve, xwîna me li vê axê rijiya ye, binêre li her derê tenê em hene."

Jinên ku li Silopiyayê li dijî êrîşên hêzên dewletê 37 rojan li ber xwe dan, weke salên 90'î pêşengiya berxwedanê kirin. Jinan diyar kirin ku ew bi feraseta ku zilmê ji bo wan rewa dibîne re ne bira ne, dewlet qatlîamên ku li Siloiyayê pêk tîne dibêje "PKK'î ye" bi vî rengî dixwaze rewa nîşan bide. Dayika bi navê Hesnî Tekeş anî ziman ku ji ber êrîşên hêzên dewletê mecbûr mane 7 caran cih biguherînin û herî dawî jî li kolanê jiyane. Tekeş got ku bi vî rengî bi rojan jiyane û carna jî nan û av nedîtine. 

'EM NE BIRA NE'

Tekeş bilêv kir ku heta roja dawî ya bijî wê zilma ku li wan hatiye kirin ji bîr nekin û wiha berdewam kir: "Em dev ji vê dozê bernadin. Heta ku em mafê xwe werbigirin em ê têbikoşin. Em ne bira ne. Bira bi tank û topan êrîşî bira nake. Mizgeft xera kirin. Zarok qetil kirin. Malên me şewitandin. Mal û milkên gel talan kirin."

'TU YÊ BI SER NEKEVE'

Tekeş da zanîn ku tevî zilma dewletê hê jî li ser piyan e û ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re got; tu yê ti carî bi ser nekeve. Tekeş destnîşan kir ku ev welatê wan e û wiha pê de çû: "Ev axa me ye. Xwîna me li ser vê axê rijiya ye. Li her derê binêre tenê em hene. Piştî valakirina gundan em hatin vê derê. Niha jî dixwazin me ji bajarên me derxînin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê neterikînin."

'ME HEMÛYAN JÎ QETIL BIKIN'

Dayika bi navê Fatma Algin a ku li taxa Başakê gelek caran guleya topê li mala wê ket diyar kir ku tevî hemû êrîşan ew ê xwedî li doza xwe derkevin. Algin destnîşan kir ku dewlet serî li hemû rêbazên êrîşan didin û wiha got: "Nanê me jî tinebû. Tevî vê yekê me jiyana xwe dewam kirin. Berxwedana me hebû. Me hemûyan jî qetil bikin wê zarokên me vê têkoşînê bidomînin. Ev nifş biqede jî wê nifşê nû derkeve."

Algin bilêv kir ku dewlet qatlîamên li Silopiyayê dike weke "PKK'î ye" dixwaze rewa nîşan bide û wiha axivî. "Na em bûn. Gel li qadan bû. Me weke gel li ber xwe da. Hemû kesên ku qetil kirin sivîl in. Niha jî ji bo ku li ser vê yekê bigirin dibêjin PKK'î ne. Zarok, astengdar, kal û pîr qetil kirin. Cerdevanan bi wan re êrîşî me kirin. Ew çete ne. Nikarin kurdan têk bibin. Nikarin gel têk bibin."