Rojiya berxwedanê ya li dijî zilmê di roja 7. de ye

Rojiya berxwedanê ya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo rakirina birîndar û cenazeyên li Cizîr û Sûrê da destpêkirin, 6 roj li dû xwe hişt.

Rojiya berxwedanê ya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo rakirina birîndar û cenazeyên li Cizîr û Sûrê da destpêkirin, 6 roj li dû xwe hişt. Alimên olî pirsa 'ev çi mirovahî ye' li desthilatdariya AKP'ê pirsîn û gotin, "Em dixwazin Misilmanên ji aliyê desthilatdariyê ve hatine tevizandin, hişyar bikin."

Li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Cizîrê û li navçeya Amed Wanê li hemberî birîndar û cenazeyan dike, endamên Kongreya Îslama Demokratîk ev 6 roj in di rojiya berxwedanê de ne. Aliman nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê dan û gotin, "Hem tu yê bêjî ez Misilman im, hem jî tu yê vê zilmê bike. Ev çi mirovahî ye."

'DESTHILATDARIYA AKP'Ê DI BIN NAVÊ ÎSLAMÊ DE CENAZEYAN PARÇE DIKE'

Serokê Komeleya Alimên Olî yên Mêrdînê Fahrî Dogan ji ANF'ê re peyivî û got, "Desthilatdariya AKP'ê di bin navê ola Îslamê de bi mehan cenazeyan li naverastê dihêle û cenazeyan parçe dike. Eger em dengê li dijî vê ernexînin, hingî em ê bibin hevparê vê wehşeta li Cizîr û Sûrê."

Dogan nerazîbûn nîşanî bêdengiya îlahiyatnasên li Tirkiyeyê da û got, "Banga min ji wan îlahiyatnasên derdiketin televîzyonan û bi bikaranîna ola Îslamê re bazirganiyê dikin e; werin Misilmanan bibînin. Werin bibînin bê ev gelê Kurd çiqasî xwedî li ola Îslamê derketiye. Ev 1400 sal in ji mizgefta Ûlûcamî bang (ezan) tê kirin. Lê ev 2 meh in li wir nimêj jî nikare bê kirin. Li şûna ku tu yê biçe Sûltanahmet bernameyê çêbike, bê Amedê û rewşa Ûlûcamî bibîne."

'EM DIXWAZIN MISILMANÊN JI ALIYÊ VÊ DESTHILATDARIYÊ VE HATINE TEVIZANDIN HIŞYAR BIKIN'

Ji Şûra Kongreya Îslama Demokratîk Guler Ozavci jî got, "Li hemberî zilma vê dawiyê li Kurdistanê tê kirin divê em hemû bi hev re li ber xwe bidin. Mixabin zilm ji aliyê desthilatdariyeke mûxafazakar ve tê kirin. Li hemberî me sîstemeke welê heye ku ji bo hegemonya û desthilatdariya xwe ol bi kar tîne. Desthilatdariya AKP'ê ji kevneşopiyeke bi vî rengî tê û vê kevneşopiyê jî ji xwe re weke mafekî dibîne. Bi Îslama desthilatdarîbûyî re zilma tê kirin rewa dibîne û hewl dide li pêş çavên gel jî rewa bike."

Ozavci di dewama axaftina xwe de got, "Em dixwazin Misilmanên ji aliyê Îslama desthilatdariyê ve hatiye tevizandin hişyar bikin. Zilma tê kirin bi ti awayî eleqeya xwe bi Îslamê re nîne. Em dixwazin vê rastiyê bibîr bixînin" û destnîşan kir ku armanca wan zindîkirina ruhê berxwedanê ye.

Ozavci bibîr xist ku rojiya wan a berxwedanê ya li dijî zilmê hefteyek li dû xwe hişt û got, "Heta ku ev wehşet bi dawî nebe, cenaze ji naverastê neyên rakirin û neyên veşartin, heta ku birîndar sewqî nexweşaneyê neyên kirin, çalakiya me wê bi dawî nebe." Ozavci bang li her kesî kir ku li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin.

...