Ev 6 roj in agahî ji jêrzemîna wehşetê nayê girtin-HAT NÛKIRIN
Li navçeya Şirnex Cizîrê, 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên ji hal ketî, 13 roj in li jêrzemîna avahiyekê asê mane û ev 6 roj in agahî ji wan nayê girtin.

Herî dawî parlamenterên HDP'ê di dema hevdîtina bi rayedarên Wezareta Karên Hundir re beriya 6 rojan bi birîndaran re axivî bûn û bi erêkirina rayedaran re birîndaran amadekarî dikirin ji avahiyê derkevin, lê di vê kêliyê de hêzên dewletê careke din dest bi êrîşê kiribûn.
Duh careke din Şaredariya Şirnexê ji bo wergirtina birîndaran ambûlansên xwe şand Kolana Bostanci, lê dema ambûlans bi qasî 300 metre nêzî avahiyê bû, hêzên dewletê dest bi topbaranê kirin.
Tevahiya rojê ambûlans li cihekî 300 metre dûrî avahiyê hat sekinandin û tevî hemû hewldanan jî hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi îdîaya 'şer heye' ambûlans vegerandin.
Li jêrzemîna wehşetê, ji birîndaran 7 kesan ji ber ranekirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.