Têkilî bi 'Madimak a Cizîrê' re qut bû
Têkiliya bi avahiya li taxa Cûdî ya Şirnexê ku duh ji ber topbarana dewleta Tirk agir pê ket û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 birîndar jî tê de asê mane, qut bû.
Têkiliya bi avahiya li taxa Cûdî ya Şirnexê ku duh ji ber topbarana dewleta Tirk agir pê ket û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 birîndar jî tê de asê mane, qut bû.
Heyeta HDP'ê diyar kir, piştî ku wan ji bo şandina ambûlansê serî li Wezareta Tenduristiyê dan, bomberdûmana li hemberî avahiyê destpê kir. Piştî vê bomberdûmanê, têkiliya bi avahiya 9 cenaze û 25 birîndar tê de ne, qut bû.
Têkiliya bi avahiya li taxa Cûdî ya Şirnexê ku duh ji ber topbarana dewleta Tirk agir pê ket û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 birîndar jî tê de asê mane, qut bû.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku herî dawî saet di 08:36'an de ew bi Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tûnç re axiviye û piştî vê axaftinê kiriye nekiriye xwe negihandiye. Balûken gto, "Tûnç ji me re got bombe li ser avahiyê tê barandin. Ji hingî ve têkiliya pê re qut bûye."
Balûken anî ziman, ku piştî wan ji Wezareta Tenduristiyê xwestin ekîbên tenduristiyê bişînin avahiyê, bomberdûmana li hemberî avahiyê destpê kiriye.