Êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk êrîşî qadên sivîlan dike, ku lê hêzên gerîla nîne.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk êrîşî qadên sivîlan dike, ku lê hêzên gerîla nîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li gorî daxuyaniyê, bi taybetî cih û warên sivîlan ên gerîla lê nînin, hedef tên girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 4'ê Sibatê li hemberî leşkerên Tirk ên li Çelê derketin operasyonê hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê, li ser êrîşên balafirên şer ên Tirk ev agahî da:
ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER
"Roja 4'ê Sibatê (duh) saet di navbera 09:30-11:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk qada Çiyayê Spî ya li gundikê Mangeşke ya navçeya Duhok Zavite bombe kirin. li vê herêma ku bi ti awayî xebatên hêzên me lê nîne, ji ber êrîşê deh û rezên gelê herêmê zerar dîtin.
3'ê Sibatê, balafirên şer saet di navbera 17:00-22:00 de bombe li geliyê Sinînê yê li herêma Xakurkê barandin.
4'ê Sibatê saet di navbera 19:30-20:00 de balafirên şer girê Şehîd Gafûr ê li ser sînorê Geverê ye û bi herêmên me yên parastinê yên Medyayê ve girêdayî ye, bombe kirin.
4'ê Sibatê saet di navbera 18:00-21:40 de gundê Atuşê û dora wê yê li herêma Garê, Deşta Kafya, Siyanê û geliyê Sîdarê yê Çemankê jia liyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Di bomberdûmanê de gelek dehl û rezan zerar dîtin, tiştek bi kesî nehat.
Roja 4'ê Sibatê saet di navbera 17:30-21:30 de girê Xeregol ê Zapê, Çiyayê Reş û ava Zê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin."
ÊRÎŞÊN BI HAWAN Û OBUSAN DIDOMIN
Di daxuyaniya HPG'ê de li ser êrîşên bi obus û hawanan jî ev agahî hatin dayîn:
"4'ê Sibatê saet di navbera 22:40-23:00 de qereqolên li ser sînorê Şemzînanê ne, topên obusê avêtin dora Şehîdgeh Şehîd Bêrîtan a li qada Xakurkê.
4'ê Sibatê ji saet 12:00 heta saet 15:00 ji girê Sîvrî yê ser bi qereqola Bezelê ya li navçeya Şemzînanê artêşa Tirk bi tank, hawan, obus û çekên A-4 êrîşî quntarên Girê Sor kir. Heman rojê saet di navbera 20:30-22:15 de heman herêm bi çekên giran hatiye bombekirin.
4'ê Sibatê saet di navbera 11:00-11:30 de ji qereqola Tepê Sor, bi tank û topên obusê girên Şehîd Colemêrg û Hakkarî yên herêma Metîna hatin bombekirin. Êvarê saet di navbera 23:00-23:30 de ji qereqola Tepê Sor, bi topên obusê quntarê Girê Şehîd Şoreş û Geliyê Tirvaniş hatin bombekirin.
4'ê Sibatê saet di navbera 20:40-21:00 de, her wiha saet di navbera 22:00-00:00 ê heman êvarê de ji qereqolên Serê Sêvê, Deştanê û Êrîş ên li Çelê; qada Çiyayê Reş û Girê Cehenemê bi obus û tankan hatin bombekirin. Saet di navbera 19:30-20:40 de qereqola Bilicanê, bi çekên A-4 gule li derdora xwe reşand. Heman rojê saet di navbera 11:00-11:30 de jî qereqola Êrîşê bi çekên A-4 gule li derdora xwe reşand.
TEVGERA BALAFIRÊN ŞER Û KEŞFÊ
Li ser tevgera hewayî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hatin dayîn:
"4'ê Sibatê balafirên keşfê saet di navbera 14:00-22:00 de li Xakurkê, saet di navbera 13:50-14:50 de li Heftanînê, saet di navbera 11:20-13:55 de li herêma Garê, ji saet 15:00 heta saet 05:40 ê 5'ê Sibatê (îro) li Garê keşif kirin.
4'ê Sibatê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û xeta sînor balafirên şer geriyan. Ji danê sibehê û pê ve li ser Zap, Metîna, Heftanîn, Garê, Avaşîn û Xakurkê geriyan. Tevgera balafirên şer di sibeha 5'ê Sibatê de jî dewam kiriye."
LI COLEMÊRGÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ LEŞKERÊN DERKETIN OPERASYONÊ
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja 4'ê Sibatê li hemberî leşkerên Tirk ên li navçeya Colemêrg Çelê derketin operasyonê hêzên gerîla çalakiyek pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "4'ê Sibatê saet di 11:20 de komek ji leşkerên ji qereqola Bilican a li Çelê, ji qereqolê derket û ket nava tevgerê. Gerîlayên me yên bi vê hesiyan, bi çekên giran li wan dan. Di encama derba hêzên me de hatiye tespîtkirin ku leşkerek ji herêmê hatiye rakirin. Piştî çalakiyê qereqola Bilicanê topên obusê avêtiye girê Şehîd Colemêrg."