Demîrtaş: Li dijî zilmê li her derê dengê xwe bilind bike!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş : “Li dijî zilmê dengê xwe bilind bike, em dibêjin deng bidin aştiyê. Nebêjin gelo ez dikarim çi bikim. Divê li her derê dengê kesên ku dibêjin ‘em piştgiriya şerê qirêj nakin’ bilind bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş wiha axivî: “Li dijî zilmê dengê xwe bilind bike, em dibêjin deng bidin aştiyê.

Nebêjin gelo ez dikarim çi bikim. Divê li her derê dengê kesên ku dibêjin ‘em piştgiriya şerê qirêj nakin’ bilind bibe. Divê Cizîrê bibihîze, Sûr bibihîze.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li avahiya Hevşaredariya Qoserê civîna çapemeniyê li dar xist.

Gelê navçeyê eleqeyek mezin nîşanî Demîrtaş dan. Demîrtaş piştî nimêja înê li Mizgefta Navendî ya Qoserê kir, derbasî Hevşaredariya Qoserê bû. Demîrtaş pîştî gelê li pêşiya avahiya şaredariyê silav kir, li Salona Civînê ya Şaredariyê civîna çapemeniyê li dar xist. Salon heta ber dev tijî bû, gelek kes jî li pêşiya avahî sekinîn.

Demîrtaş di civînê de pêşketinên herî dawî yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ji 14’ê Kanûnê ve qedexeya kolanan lê heye nirxand.

 ‘HEMAN SENARYO TÊ DÛBAREKIRIN’

Demîrtaş wiha axivî: “Bi koordîneya Wezareta Karên Hundir ve wê ambûlans heta avahiyê biçûna û birîndar bigirtana. Duh dîsa heman senaryo dûbare kirin. Ambûlans heta cadeya mezin çû, li wir hat sekinandin. Bi topbarana li ser kolanê ve heman dîmen û rengê pevçûnê hat nîşandan. Gotin, ‘em nikarin ewlehiya we pêk bînin’ û ambûlans asteng kirin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku destûrê nadin ekîbên tenduristiyê xwe bigihînin avahiyên ku birîndar lê ne, wiha axivî: “Li gor agahiyên ji wir gihiştin ber destên me, li wê avahiyê şewat derketiye û mirov lê ne.”

‘DIBÊJIN ‘ME MIRINA SIVÎLÊN LI WIR DANE BER ÇAVÊN XWE’

Demîrtaş got rewşa heyî ne trajedî ne jî bêhiqûqiya yekem e, wiha dewam kir: “Her careke nû hê dibin wehş, em jî matmayî dimînin. AKP’e niha pêvajoya herî binî ya mirovahiyê dijî. Em dibêjin em ê bi komek 5 kesan ve ekîbên tenduristiyê bigirin, em amade ne ku biçin, bi rojan e destûrê nadin. Waliyê Şirnexê jî tê de tevahî baş dizanin kul i wir mirovên sivîl hene. Dixwazin çi bikin, dibêjin, ‘Milîtanên PKK’ê hene.’ Dibêjin, ‘Me kuştina sivîlên li wir dane ber çavên xwe’. Ji ber vê nahêlin em bigihêjin wê derê.”

Demîrtaş bi bîr xist ku li her du avahiyan jî nahêlin birîndar derkevin derve, wiha pê de çû: “Ji ber çi nikarin derkevin, ji ber ku sekvan dike hedef. Nahêlin ambûlans bên. Gelek cenazeyên riziyayî hene.”

Demîrtaş got di bin navê rizgarkirina Kurdan de desthilatiya siyasî zarokên Kurdan dişewitîne, qetil dike, cenazeyan bi erdê re kaş dike, wiha pênase kir: “Ji vê re dibêjin operasyonên demokrasî, hizûrê.”

 ‘DIVÊ CIZÎRÊ DENGÊ ‘EM PIŞTGIRIYA ŞERÊ QIRÊJ NAKIN’ BIBIHÎZE’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê banga hestiyariyê li her kesî kir, wiha got: “Em ji vir dûbare dikin. Eger gel mudaxeleyî vê pêvajoyê neke, mejiyê xwe xwarine, ne tenê Kurdan wê tevahî Tirkan jî ji kendal bavêje. Em xeteriyê dibînin. Li holê têkoşînek bi terorê re tineye. Operasyonek AKP’ê ya teslîmgirtinê heye. Ti kesên ku ji terorê bên rizgarkirin tineye. Eger hebe jî divê Kurd ji feraseta hovîtî ya AKP’ê bê rizgarkirin. Ji ber vê em banga xwe dûbare dikin. Li dijî zilmê dengê xwe bilind bike, em dibêjin deng bidin aştiyê. Nebêjin gelo ez dikarim çi bikim. Divê li her derê dengê kesên ku dibêjin ‘em piştgiriya şerê qirêj nakin’ bilind bibe. Divê Cizîrê bibihîze, Sûr bibihîze.”

PIŞTÎ DEMÎRTAŞ BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN

Piştî civîna çapemeniyê, Demîrtaş bang li gelê li pêşiya Şaredariya Qoserê kom bibû kir. Demîrtaş li dijî zilma dewletê ya li ser Cizîr û Sûrê banga mezinkirina têkoşînê kir. Bi bidawîbûna axaftina Demîrtaş ve polîsan bi bombeyên gazê û deng êrîşî girseyê kir. Girse li kolanan belav bû, piştî polîsan bombeyên gazê li avahiya şaredariyê û banê avahiya otogarê reşandin vekişiyan.