Gelo Çelîktepe ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin?

Selahattîn Çelîktepe duh bi şev piştî çalakiya dengderxistinê hate qetilkirin û polîsan cenazeyê wî rakirin nexweşxanê. Polîsên li malbatê geriyan pêşî gotin "di şer de hatiye kuştin" dûre gotin "edlî" ye. Ev daxuyaniyên nakok şika înfazê xurt dike.

Li gundê Qereyaqut ê Amedê, duh êvarê welatiyê bi navê Selahattîn Çelîktepe (45) bi du guleyan hate qetilkirin. Bi banga HDP, KCD û DBP'ê li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê duh êvarê li gelek bajarên Kurdistanê çalakiya dengderxistinê hate kirin. Li navçeya Peyas a Amedê jî ciwan li ser rêya 500 Evler û rêya Rihayê kom bûn û rê ji trafîkê re girtin. Piştî demekê, polîsên ku hatin cihê çalakiyê, bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. 

'PÊŞÎ GOTIN DI ŞER DE HATIYE KUŞTIN, DÛRE GOTIN, BÛYER EDLÎ YE'

Heta derengê şevê, dorpêça polîsan berdewam kir û nîvê şevê cenazeyê welatiyê bi navê Selahattîn Çelîktepe (45) ê ji gundê Qereyaqut, ji aliyê polîsan ve radestî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. Der barê mirina Çelîktepe de, Hevserokê Navçeyê DBP'a Peyasê Ramazana Şîmşek bal kişand ser şik û gumanan. Şîmşek da zanîn ku polîsên li malbatê geriyane tiştên bi hev nakok gotin e. Şîmşek anî ziman ku polîsan destpêkê ji malbatê re gotiye "şer derket û hate kuştin" piştre jî ji malbatê re gotiye "mijareke edlî" ye.

Şîmşek got ku wesayîta Çelîktepe li Pîrînçlîkê hatiye dîtin û di laşê wî de 2 gule hatine tespît kirin. Şîmşek anî ziman ku daxuyaniyên bi nakok ên polîsan şika înfazê dixe hişê mirovan.

Cenazeyê Çelîktepe wê piştî otopsiyê li gundê Qereyqut were definkirin.