Ji birîndarên li Cizîrê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan navên 6 kesan diyar bûn

Şervan Adiguzel, Ercan Pîşkîn, Mûhammet Ozkul, Nîzar Isirgan, Cengîz Sansak û Ramazan Çomlek.

Li navçeya Şirnex Cizîrê 37 kes ku di nav de birîndar jî hene li avahiyeke li taxa Cûdî asê mabûn.

Li avahiyeke duyemîn a Cizîrê, ku birîndar jî di nav de 37 kes lê asê mane, ji ber topbaranê şewat derket. Di vê şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji van 9 kesên jiyana xwe ji dest dane, nasnameya 6 ji wan bi vî rengî ye:

Şervan Adiguzel, Ercan Pîşkîn, Mûhammet Ozkul, Nîzar Isirgan, Cengîz Sansak û Ramazan Çomlek.

Navên 3 kesên din hînê zelal nebûne.

Navên çend ji birîndaran jî wiha ne:

Fîdan Dadak, Fedek Çagdavûl, Servet Çorek, Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Mehmet Atlan, Hasan Ayaz (13 salî), Ekrem Çevîrgen (14) salî û Abdulkerîm Orûç. Nasnameya birîndarên din zelal nebû.