Li Şirnexê gelek polîs hatin kuştin
Li hemberî êrîşên bi çekên giran ên li dijî taxa Bahçelîevlerê, hêzên YPS û YPS-Jin li hemberî navendeke polîsan a li taxê çalakiyek pêk anîn.
Li hemberî êrîşên bi çekên giran ên li dijî taxa Bahçelîevlerê, hêzên YPS û YPS-Jin li hemberî navendeke polîsan a li taxê çalakiyek pêk anîn.
Li hemberî êrîşên bi çekên giran ên li dijî taxa Bahçelîevlerê, hêzên YPS û YPS-Jin li hemberî navendeke polîsan a li taxê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ev navenda polîsan bi temamî hat rûxandin. Şahidên bûyerê diyar kirin, ku gelek polîsên tirk mirine û hejmareke zêde birîndar bûne.
Li taxên Bahçelîevler, Yenîmahale û Dîcle yên Şirnexê, ku bi rojan e hêzên dewletê bi çekên giran êrîşê dikin, îro saet di 11:00 de şerekî dijwar qewimî. Şerê ku nîvê şevê destpê kir, di nava rojê de giran bû.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên dewletê bi çekên giran êrîşî taxa Bahçelîevlerê kirin û tîmên tevgera taybet ên li hundirê saziyên dewletê bi cih bûbûn jî gule li derdorê reşandin. Li hemberî vê êrîşa çekdarên dewletê, hêzên YPS û YPS-Jin avêtin ser Navende Qedeme ya Polîsan a li taxê. Li dijî vê navenda ku bi ragihandina xwerêveberiyê re gelek polîsên tevgera taybet û maşînên zirxî hatibûn bicihkirin, bi roketan çalakî hat lidarxistin û piştre şerekî dijwar li vir destpê kir.
GELEK POLÎS HATIN KUŞTIN
Di encama şerê bi qasî saetekê dewam kir de, beşeke mezin a qereqolê hat rûxandin. Hat ragihandin, ku di çalakiyê de gelek polîsên tevgera taybet hatine kuştin. Şahidan diyar kirin, mirî û birîndarên polîsên Tirk bi maşînên zirxî û Ford Rangeran ji qereqolê hatine derxistin. Piştî vê çalakiyê, hêzên dewletê yên li ser rêyên li derdorê, tîmên tevgera taybet ên li saziyên dewletê û ji qereqola jendermeyan a Çakirsogutê bi çekên giran gule li taxên Bahçelîevler û Omerkoyê hatin reşandin.
SIVÎLEK BIRÎNDAR BÛ
Di dema êrîşê de li Omerkoyê, sivîlê bi navê Mehmet Siddik Tekmen (34) bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû. Welatiyên li herêmê Tekmen rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
ŞER DEWAM DIKE
Li aliyê din, li taxên Dîcle û Yenîmahaleyê ku êrîşên giran li ser hene, şer bênavber dewam dike. Tîmên taybet ên li saziyên dewletê yên li her du taxan bi cih bûn, duh gule li her kesên li taxê tevdigeriyan reşandin. Li taxa Dîcle êrîşa herî giran ji aliyê maşînên zirxî yên li derdora Midûriyeta Bajêr a Daristanan ve tê kirin. Li Yenîmahale jî maşînên zirxî yên li dora Midûriyeta Bajêr a Çandê bi cih bûne, guleyan li taxê direşînin.
Di vê navberê de tevgera Drone, Heron û Helîkopteran li ser bajêr dewam dike. Di vê kêliyê de jî li taxê êrîşên giran tên kirin û gel li dijî êrîşan li ber xwe dide.