Delebe: Qedexeya derketina derve qanûnî nîne

Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe destnîşan kir, ku qedexeya derketina derve ne qanûnî ye û banga vegera li diyalog û muzakereyê kir.

Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe diyar kir, pirsgirêka Kurd bi rêbazên şîdet û leşkerî yên hikûmet û desthilatdariyên siyasî ev 90 sal in serî lê didin re, çareser nabe. Delebe destnîşan kir, ku qedexeya derketina derve ne qanûnî ye û banga vegera li diyalog û muzakereyê kir.

Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe, êrîşên dewletê yên li hemberî gelê Kurd û daxwaza xwerêveberiyê ji ANF'ê re nirxand.

'BI ŞÎDET Û ZEXTÊ RE PIRSGIRÊKÊN ETNÎKÎ ÇARESER NABIN'

Delebe da xuyakirin, ku 'qedexeyên derketina derve' yên li bajarên Kurdan û îlana xwerêveberiyê ya gelê Kurd parçeyek ji pirsgirêka Kurd in û da zanîn, ku ev yek bandora çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Delebe anî ziman, ku ne rast e bi şîdet û tedbîrên leşkerî bersiv ji daxwazên gelê Kurd re were dayîn û got, "Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek îro derketiye holê nîne. Weke ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ji dema avabûna komarê û vir ve pirsgirêka herî mezin a welêt pirsgirêka Kurd e. Li cîhanê, ji bo demokratîkbûyîn û parastina mafên mirovan gelek mînakên çareseriyê hene. Dewletên cîhanê ti carî bi perspektîfa şîdetê nêzî pirsgirêkên bi vî rengî yên etnîkî nebûne. Li Spanyayê mînaka ETA, li Îrlandayê ÎRA, mînakên şênber ên vê yekê ne. Lewma çareserkirina pirsgirêkên etnîkî bi rêbazên zext û şîdetê re, heta roja îro nehatiye dîtin."

'PIRSGIRÊKA KURD BI RÊBAZA ŞÎDET Û LEŞKERÎ ÇARESER NABE'

Delebe da xuyakirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêvajoya demokratîkbûyînê a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Newroza 2013'an a li Amedê hat destpêkirin re, gave herî girîng a dîroka komarê ye û got, "Lê belê ev pêvajo piştû Mutabaqata Dolmabahçeyê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat rawestandin. Bi vî rengî veguherî girêka kor a şîdeteke topyekûn li herêmê. Li Tirkiyeyê bi mîlyonan Kurd dijîn. Daxwaza hevpar a Kurdan jiyana li welatekî hevpar e. Lewma daxwazeke Kurdan a qutbûna ji Tirkiyeyê nîne. Ya ku di vir de divê were kirin, afirandina feraseta welatîbûneke wekhev li ser bingeha wekheviyê û çareseriya di vê çarçoveyê de ye. Tevî mafên şexsî her wiha divê mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin û bi qanûnan re bên ewlekirin. Ev şer weke dewam û dûvika vê pirsgirêkê didome. Rêbazên şîdet û leşkeriyê ji xwe ev 90 sal in tên ceribandin, lê heta roja îro ti çareserî bi xwe re neanî. Girîng e aqlê dewletê ji nû ve li pêvajoya diyalog û muzakereyê vegere."

'QEDEXEYA DERKETINA DERVE BI XWE QANÛNÎ NÎNE'

Delebe diyar kir, bi polîtîkaya şer a AKP û dewlet di bin navê 'qedexeya derketina derve' re dimeşîne, gelê sivîl û dîrok zerareke cidî dibînin û êdî mirin bi xwe ji rêzê tê dîtin. Delebe axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Beriya her tiştî, qedexeya derketina derve bi xwe qanûnî nîne. ji ber ku qedexeya derketina derve, li gorî qanûna 1402 a rewşa awarte, erkek ji fermandarê rewşa awarte re tê dayîn e. Lê belê qedexeya derketina derve ya îro bi qanûna îdareya bajêr tê vegotin. Lê di qanûna îdareya bajêr re axleke weke qedexeya derketina derve ya pêşî li azadiyan digire, nîne. Li gorî hiqûqa gerdûnî; di pêkanînên pêşî li azadiyan digirin de, şîrovekirineke berfireh nabe. Mafê tenduristî û jiyanê, di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, destûra bingehîn a heyî û mercên hiqûqa gerdûnî de weke mafekî mirovan ê divê were parastin û ewlekirin cih digire."
 
'DIVÊ DERHAL LI MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ VEGERIN'

Delebe anî ziman, ku weke Baroya Rihayê ew di wê baweriyê de ne; bi rêbazên şer re encamek bi dest nakeve, bi şîdetê re çareserî pêk nayê û ji bo çareseriya pirsgirêkê banga vegera li diyalog û muzakereyê kir. Delebe got, "Pirsgirêka Kurd a 90 salî, heta roja îro bi polîtîkayên şer û şîdetê nehat çareserkirin. Ji niha û pêv e jî wê çareser nebe. Girîng e Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji holê hat rakirin, li cihê hatiye sekinandin ji nû ve bê dewamkirin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek etnîkî ye û çareseriya pirsgirêkên etnîkî bi rêbazên şîdetê re nepêkan e. Lewma divê tavilê li pêvajoya diyalog û muzakereyê vegerin."