Li Geverê bi TIR’an sewqiyata tankan

Li navçeya Gever a Colêmêrgê bi TIR’ên leşkerî sewqiyata tankan pêk hat.

Li navçeya Gever a Colêmêrgê bi TIR’ên leşkerî sewqiyata tankan pêk hat.

Di van hefteyên dawiyê de navçeya Gever a Colemêrgê vegeriya herêma leşkerî, îro jî di saetên şevê de TIR’ên leşkerî yên ji aliyê Wanê ve hatin sewqiyata leşkerî pêk anîn. Dema ku sewqiyat pêk dihat ewlekariya zêde bal kişand, hat dîtin ku tankên sewqî herêmê hatin kirin lûleyên wê dirêj û derketina topê jî fireh e. Tankên ku şandin Fermandariya Alaya navçeyê têkildarî modela wê ti agahî nehatin bidestxistin, bal hat kişadin ku di oparasyonên beriya niha li navçeyê nehatine dîtin. 

Li aliyê din, gelek wesayîtên zirxî yên kirpî û bi dehan yekîneyên tîmên taybet ên li Oremarê şandin navçeyê. Hat diyarkirin ku yekîne li Tabûra Efeyan bi cih kirine.