Li Baselê çalakî didomin: Em li ber xwe bidin, bi ser kevin!
Greva birçîbûnê ya li Baselê bi armanca protestokirina wehşeta dewleta Tirk hat li darxistin, di roja 2’yemîn de bi ziyaretan piştgiriyê yên siyasetmedaran re didomin.
Greva birçîbûnê ya li Baselê bi armanca protestokirina wehşeta dewleta Tirk hat li darxistin, di roja 2’yemîn de bi ziyaretan piştgiriyê yên siyasetmedaran re didomin.
Greva birçîbûnê ya li Baselê bi armanca protestokirina wehşeta dewleta Tirk hat li darxistin, di roja 2’yemîn de bi ziyaretan piştgiriyê yên siyasetmedaran re didomin. Di çalakiyê de Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî, wiha got: “Ji me re dibêjin îtîat bikin, lê divê her kes baş bizanibe ku êdî em ê ji ti kesî re îtîat nekin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”
Greva birçîbûnê ya li Baselê bi armanca protestokirina polîtîkayên qirkirinê yên di pêşengiya AKP û Erdogan de yên dewleta Tirk ên li ser berxwedana xwerêveberiya gelê Kurdistanê, di roja 2’yemîn de didome.
Kurdistanî di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê li konê ku li pêşiya dêra li Claraplatzê çalakiyên xwe didomînin, daxwaz kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li hember Cizîr û Sûrê rawestin, civaka Ewropa li hember bûyerên li Kurdistanê bikevin nav liv û tevgerê.
Çalakvan di çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Qatil Dewlet Ji Kurdistanê Biceheme” berz dikin, bi armanca agahdarkirinê belavokan belav dikin û balê dikşînin bûyerên li Kurdistanê.
Îro danê sibehê, Serokê Kantona Basel ê Partiya Sosyalîst Brîgîtte Hollînger, Parlamenterê Kantona Baselê yê SP Mûstafa Atici, ji Nûnerên Rêxistina Efûya Navneteweyî Maya Heûschmann, Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar û siyasetmedarê Kurd Nîzamettîn Togûç tevlî çalakiyê bûn û piştgirî danê.
HOLLÎNGER: DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN TEVGERÊ
Serokê Kantona Basel ê Partiya Sosyalîst Brîgîtte Hollînger di çalakiyê de axivî, bal kişand ser bûyerên li Kurdistanê, got dewleta Tirk li dijî gelê xwe şer dimeşîne. Hollînger Erdogan wek dîktator nirxand, bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember bûyerên li Kurdistanê demildest bikevin tevgerê.
AYDAR: EM LI BER XWE BIDIN, BI SER KEVIN
Di çalakiyê de Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî, îfade kir ku dewleta Tirk hewl dide polîtîkayek qirkirina komî li hember gelê Kurd pêk bîne, wiha dewam kir: “Divê her kes li hember vê polîtîkaya rabe ser piyan.” Aydar got, Ji me re dibêjin îtîat bikin, lê divê her kes baş bizanibe ku êdî em ê ji ti kesî re îtîat nekin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin” û bi bîr xist ku pêvajoya çareseriyê AKP’ê xera kiriye.
Aydar got, “yên pêvajoya Oslo, Îmrali asteng kirin ew in, yê êrîşî gelê me dikin ew in”, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên tên spartin ji bilî berxwedanê ti şansek din ji gelê Kurd re nemaye. Aydar wiha anî ziman: “Divê ti kes nekeve bendewariyek din, ev gel wê li xaka xwe li ber xwe bide. Me berê jî berdêl dan, em ê îro jî bidin. Yên li Dêrsim, Zilanê qetlîam spartin, îro jî li Sûr û Cizîrê qetlîamê ferz dikin. Ev gela di demên zehmet de çokên xwe li hember we neşkenan, îro ti carî naşkîne.”
Çalakvan, 7’ê Sibatê roja Yekşemê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve wê çalakiya xwe bi dawî bikin.