Li gelek navendan çalakiya dengderxistinê

Li gelek navendan Kurd daketin kolanan û bi dengderxistinê ve êrîş, dorpêç û qatlîamên Kurdistanê şermezar kirin.

Li gelek navendan Kurd daketin kolanan û bi dengderxistinê ve êrîş, dorpêç û qatlîamên Kurdistanê şermezar kirin. 

AMED

Li navçeya Rezan seranserê navçeyê welatiyên ku çalakiya dengdergxistinê pêk anîn dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê, "Kürdistan goristan ji bo faşistan" berz kirin. Polîsan li hemberî çalakiyê bombeyên gazê avêtin kolanan. Mudaxaleyî ciwanên rêya sentoyê li trafîkê girtin kirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û keviran ve parastina xwe ya cewherî pêk anîn û bersiv dan polîsan. Pevçûna ku demekî berdewam kir piştî ku polîs vekişiyan bi dawî bû. Welatiyan demekî dirêj çalakiya xwe berdewam kirin. 

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Peyasê jî li ber abîdeya Roboskê ya Parka Rojava ku nobetê di roja 5'emîn de didomînin bi dehan welatiyên tevlî nobedê bûn bi dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" "Amed ranezê xwedî li Sûrîçî derkeve" berz kirin û deng derxistin. Polîsan bi TOMA'yan ve êrîşî gel kir. Li ser vê yekê bêtir deng derxistin. TOMA'yekî êrîşî gel kir jî di nava parkê de kete nava heriyê. Gelek welatiyên jî lambeyên li malên xwe vexistin  û vemirandin, piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi çepik û dirûşman ve bi dawî bû.

Welatiyên li Farqînê jî bi çalakiya "li dijî zilmê deng derxîne" ve qatlîamên li Kurdistanê şermezar kirin. Welatiyên ku derketin şibake û şaneşînên malên xwe li beroş û taweyan dan û deng derxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" "Bijî berxwedana Cizîrê" hatin berzkirin.

Li navçeya Yenîşehîrê welatî li Ofîsê hatin cem hev û çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Bi sedan welatiyên ku derketin kolanan bi erbane û fîtikan ve çalakî pêk anîn. Welatiyên li malên xwe jî li şaneşîn û pencerayan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê" "Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 

COLEMÊRG

Li Colemergê ji bo piştgiriya bi berxwedana xwerêveberiyan û ji bo şermezarkirina pêkanînên dewletê yê rêveberiya awarte şermezar bikin çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Li gelek taxên Colemergê gel daket kolanan û bi girtina lembeyan, bi deng derxistina taweya û beroşan çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Li navênda bajar wesayîtan bi qornayan piştgiriyê dan çalakiyê û esnafan jî bi berzkirina dirûşmeyên "Gelê Colemergê ranezê deng bide berxwedanê" û "Bijî berxwedana Cizîrê" deng derxistin û tevli çalakiyê bûn. 

ŞIRNEX

Ji bo dawî li polîtîkayên AKP'ê yê şer bê û ji bo xilaskirina birîndarên Cizîrê bi dirûşmeya "Deng bide aştiyê, li dijî zilmê deng derxe" çalakiya dengderxistinê tê lidarxistin. Li Şirnexê gel di serî de li taxên berxwedanê Bahçelîevler, Yenîmahale, Cumhuriyet û Gazîpaşayê û li tevahiya bajar saet di 19.00'an de li ser piyan bû û welatî li malên xwe li pace û balkonan bi tawe û beroşan çalakiya dengderxistinê pêk anîn.Welatiyan di çalakiya dengderxistinê de dirûşmeyên "Biji berxwedana Surê", "Biji berxwedana Cizîrê", "Biji serok Apo" berz kirin. 

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî gel derketin pace û balkonên xwe li hemberî zilmê bi tawe û beroşan bi deqeyan çalakiya dengderxistinê li dar xist. Li Nisêbîna ku xwerêveberî lê hatiye îlankirin di serî de li taxên berxwedanê û li tevahiya Nisêbînê çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin û dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" hat berzkirin.

SÊRT

Di serî de li taxên Conkbayir, Tinaztepe, Sakarya, bajaroka Gokçebag û li gelek navçeyên Sêrtê gel daketin kolanan ji bo Sûr û Cizîrê çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Welatiyan dirûşmeyên “Qatil Erdoğan”, “Biji berxwedana Surê”, “Biji berxwadane Cizire” berz kirin, bi tililî û deng derxistina ji tawe û beroşan çalakî pêk anîn. Wesayita zirxî ya polîsan ji bo gelê li taxa Conbayirê ku ji 7 salî heta 70 salî derketibûn derve têxe hundir bombeyên gazê bi kar anîn. Li hemberî van êrîşên polîsan, gel bi keviran bersiv da. Welatî gotin ku wê li hemberî van êrîşan zêdetir deng derxin. 

ÎZMÎR

Li taxa Asarlik a Menemenê welatiyên ku hatin cem hev bi beroş û tewayan ve deng derxistin. Komek ciwanan jî agir pêxistin û piştgirî dan çalakiyê, barîqat danîn rê. Polîsan êrîşî çalakiya gel kirin, ciwanan jî bi fîşekên hewayî ve bersiv dan êrîşan. 

Li taxa Doganlarê jî welatiyan ji bo piştgiriya berxwedana Kurdistanê çalakiye dengderxistinê pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê",  "Bijî berxwedana Sûrê" hatin berzkirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.