Swîsreyî deng dan Bakurê Kurdistanê
Komên çep û alternatîf ên Swîsreyî di serî de Cizîr û Sûrê qetlîamên dewleta Tirk prostesto kirin û banga mezinkirina berxwedanê li her kesî kirin.

Bi sedan kesên ku di pêşengiya rexistinên antî faşîst, çep û alternatîf li peşiya stasyona trenê ya Bernê hatin gel hev qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê protesto kirin. Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî piştgirî da çalakiyê. Koma dowîz û pankart hilgirtin bi meşaleyan heta pêşiya Parlamentoya Federal meşiyan.
Di domahiya rêya meşê de fîşekê hewayî hatin teqandin û li ser dîwaran nivîsên “ Ji Ocalan Re Azadî”, “ Qetlîaman Rawestînin” hatin nivîsandin. Piştre koma ku li peşiya Parlamentoya Federal mitîng li dar xist banga rawestandina qetlîaman li hikûmeta AKP’ê kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku ji meha Mijdarê ve bi sedan mirovên sivîl hatin qetilkirin û di serî de Swîsre welatên Ewrupa ji ber hevpeymana “ herikîna penaberan” a bi Tirkiyeyê re çavên xwe li qatlîama digirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ku ji ber dewleta Tirk destûrê nade bi dehan sivîl bi birîndarî di avahiyan de asê mane, ji bo mudaxeleya tibî banga ketina liv û tevgerê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.