Li Kobanê xwepêşandan ji bo piştgiriya Bakur
Bi diruşmeya “ Berxwedana Bakur wê bi ser keve “ Partî Demokratî Kurd ên Sûriyeyê (PDKS) ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê xwepêşandanek lidar xistin.
Bi diruşmeya “ Berxwedana Bakur wê bi ser keve “ Partî Demokratî Kurd ên Sûriyeyê (PDKS) ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê xwepêşandanek lidar xistin.
Bi diruşmeya “ Berxwedana Bakur wê bi ser keve “ Partî Demokratî Kurd ên Sûriyeyê (PDKS) ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê û pirotestokirina komkujiyên dewleta Tirk li ser gelê Kurd xwepêşandanek lidar xistin.
Xwepêşandinê danê nîvro saat 2:00’an de li Qada Azadî li navenda kantona Kobanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Endamê komîteya siyasî ya PDKS’ê Gêlo Îsa di xwepêşandinê de axivî, Îsa di diyar kir ku gelê Bakur di pêvajoya şerê DAŞÎ’ê yê li hember Rojavayê Kurdistanê pişgiriyek mezin kirin, bi taybet dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên hovane berê xwe dane Kobanê li ser sînor piştgiriya berxwedana Kobanê kirin, pêwîste îro gelê Rojava piştgiriya doza gelê Bakur ê azadîxwaz bikin.
Îsa wiha anî zanîn: “Êdî dem hatiye ku ev sînorên dagirkeran di navber her çar parçeyên Kurdistanê de danî rabin, gelê Kurd gihaye wê zanebûnê ku sînorên dewletên mêtînger danîne bi têkoşînê hilweşîne.”
Li gel beşdarbûna sedan welelatiyan jî partiyên siyasî û rêveberiya xweser jî cih girtin.
Xwepêşandan bi dirûşman bi dawî bû.