Meşvanên Botanê dê sibehê dîsa berê xwe bidin Cizîrê

Sibehê saet di 11.00’an de wê ji Nisêbînê carek din bi hezaran çalakvanên Meşa Botanê ber bi Cizîrê ve meşê li dar bixin.

Sibehê saet di 11.00’an de wê ji Nisêbînê carek din bi hezaran çalakvanên Meşa Botanê ber bi Cizîrê ve meşê li dar bixin. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çalakvanên Meşa Botanê ji bo dorpêçkirin û wahşeta dewletê ya li Cizîrê pêk tê bişkînin û bidin rawestandin, wê sibehê bi girseyî ber bi Cizîrê derkevin rê. Sibehê saet 11.00’an di nav de parlamenterên HDP, rêveberên HDP, DBP, hiqûqnas, nûnerên saziyên civakî, Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes cihê xwe wê bigire, ji Nisêbînê wê dest bi Meşa Botanê bikin.