Topek li navçeya Rezanê ket

Li hember navçeya Sûr ê Amedê êrîşên hêzên dewleta Tirk tevahiya rojê berdewan kir, yek ji topa ku avêtin Sûrê li taxek a navçeya Rezanê ket.

Li hember navçeya Sûr ê Amedê êrîşên hêzên dewleta Tirk tevahiya rojê berdewan kir, yek ji topa ku avêtin Sûrê li taxek a navçeya Rezanê ket. 

Li navçeya Sûrê ya Amedê  li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk berxwedana gel ev 67 roj in berdewam dike û hêzên dewletê êrîşên xwe didomînin. Topa ku hêzên dewletê avêtin Sûrê, li kolana 674 a Taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezanê ket. Hate diyarkirin ku piştî top li kolanê ket, polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatin taxê tiştek nekirin û vegeriyan. 

Topa ku ketiye hê jî li cihê bûyerê ye û welatî li dora topa ku neteqiyaye kom bûne.