BI DÎMEN

Li Kerkûkê 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Balefirên girêdayî Koalîsyonê îro tevahiya rojê çeperên DAÎŞ’ê yên li herêma Tilwerdê ya rojavayê Kerkûkê bombardûman kirin. Di bombardûmanê de 27 çete hatin kuştin.

Balefirên girêdayî Koalîsyonê îro tevahiya rojê çeperên DAÎŞ’ê yên li herêma Tilwerdê ya rojavayê Kerkûkê bombardûman kirin. Di bombardûmanê de 27 çete hatin kuştin. Bi hewan û çekên giran dûalî bombardûman didomin.

Li Başûrê Kerkûkê gundên weke Macamûa Saddam û Westanê yên di destên çeteyên DAÎŞ’ê de yên girêdayî herêma Tilwerdê di tevahiya rojê de ji aliyê balafirên koalîsyonê ve bi awayek dijwar hatin bombardûmankirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxsitin, di encama êrîşan de 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û bi dehan malên ku çeteyan weke çeper bikar tanîn jî bêkêr bûn.

ÊRÎŞÊN BERAMBERÎ HEV ÊN BI HEWAN Û DOÇKAYAN BERDEWAM DIKIN

Li ser ferqkirina tevgera li çeperên DAÎŞ’ê yên saetên sibehê, çeperên DAÎŞ’ê ji aliyê pêgerên keşfê ve hatin diyar kirin û yek bi yek hatin bombardûmankirin. Bombardûmana 09:30’an li gorî saeta herêmî destpê kir, heta saet 17:00’an berdewam kir. Çeperên DAÎŞ’ê li gel lêxistina balefirên şer jî bi hewan jî bi awayek dijwar hat lêxistin.

Di hevdîtinên çeteyan yên li ser bêtêlê yên li gel navenda Hewîcê de kuştina 27 çeteyan piştrast kirin.

Êrîş, bi beramberî hev bi hewan û doçkayan berdewam dikin.

...