Xebatkarên tenduristiyê bang li hikûmetê kir: Korîdora tenduristiyê vekin
Xebatkarên tenduristiyê yên dildar ên ambûlansa wan îro ji aliyê polîsên Tirk ve hatin desteserkirin, ji bo rakirina birîndarên li Cizîrê ev 8 roj in li ser rêyan in, astengkirin protesto kirin.
ANF
MÊRDÎN
şemî, 6 reşemiyê 2016, 17:22
Xebatkarên tenduristiyê yên dildar ên ambûlansa wan îro ji aliyê polîsên Tirk ve hatin desteserkirin, ji bo rakirina birîndarên li Cizîrê ev 8 roj in li ser rêyan in, astengkirin protesto kirin, carek din banga korîdora tenduristiyê vekin li hikûmetê kir.
Ji endamên SES, TTB û 3 doktorê Odeya Doktoran a Amedê jî di nav de 7 xebatkarên tenduristiyê yên ku bi rojan in dixwazin biçin Cizîrê, xwe bigihînin birîndarên ku li malek a navçeya Cizîr a Şirnexê ku asê mane rakin nexweşxanyê, xwestin li ser Nisêbînê re bikevin Cizîrê, ji derketina Midyadê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên Tirk bi astengkirinê têr nedît bi hinceta “Belge kêm in” dest danîn ser ambûlansê, rexmê hemû hewldanên xebatkarên tenduristiyê ev 8 roj in dixwazin xwe bigihînin Cizîrê, li derketina Midyadê bi daxuyaniya çapemeniyê protesto kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî piştgirî da daxuyaniya çapemeniyê, di daxuyaniyê de Sekrekterê Odeya Doktoran a Êlihê Op. Dr. Omer Farûk Erîn diyar kir ku ji bo dawî li tirajediya mirovahiyê bînîn û ji bo rizgarkirina birîndaran ev 8 roj in li ser rêyan in. Erîn bal kişad ser bi hicetên biçûk dest danîn ser ambûlansa wan û carek din banga korîdara tenduristiyê vekin li hikûmetê kir. Erîn wiha anî ziman: “Bi rojan e em komek xebatkarên tenduristiyê yên kedkar bêalî û serbixwe, ji bo ji birîndarên di bodruma maleke Cizîrê de asê manr bibin çareyek, ketine ser rêyan. Bi hincetên ji rêzê li gorî peymanên Cenevre û NY ê ku dewletê jî îmzeya xwe li bin daye, bi awayek kêfî astengkirina xebatkarên tenduristiyê nayê pejirandin. Em ne qehreman in ne jî terorîst in. Ji bo mafê jiyanê korîdora tenduristiyê bê vekirin em bang li hemû cîhan û raya giştî ya Tirkiyeyê dikin ku deng bidin dengê me.”