BI DÎMEN

Endamê BÎKG'ê bi jinên Amedê re hatin gelhev

Jinên ku bi pêşengiya BÎKG'ê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin gel jinên Amedê.

Di çarçoveya kampanyaya ku "Hewldana Jinê ji bo Aştiyê" (BÎKG) bi şîara "Em ne alîgirên mirinê alîgirên jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî heqîqetê diparêzin" de ji gelek bajarên Tirkiyeyê jin hatin Amedê. Jinên ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hatin cem hev ji aliyê jinên KJA'yî ve hatin pêşwazîkirin.

'Jİ BO EM Lİ DİJÎ ŞER BİBÊJİN AŞTÎ Bİ HEVRE NE'

Di qada ku jinan ewlehiya xwe pêk anîn piştî daxuyaniyê Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak axivî û diyar kir ku jin ji bo ku ji mirinê re bibêjin raweste hatine cem hev û wiha got: "Di têkoşînê te dîtin jî baweraya me ya ji bo aştiyê zêdetir dike. Bi mehan e bajarên me di bin dorpêçê de ne, di serî de jin sivîl tên qetilkirin. Dixwazin hêviyên me yên aştiyê reş bikin. Bi tank û şer ve bersivê didin hewldanên me yên aştiyê. Hatina jinan a li vê derê Hêviyên me yên ji bo aştiyê xurtir kir."

'Jİ BO AŞTİYÊ PÊDİVİYA ME Bİ AXAFTİNÊ HEYE'

Piştre jî metna ku ji aliyê 158 rêxistinên jinan ve hatiye îmzekirin ji aliyê Zelal Allak ve hate xwendin. Alak wiha got: "Em ji bo ku deng bidin bajarên ku bi tank û topan ve hatine dorpêçkirin  li vir in. Ji ber ku em li dijî kesên ku edaletê wekî hêz dibînin îsyana me heye em li vir in. Ji ber ku pêdiviya me bi axaftinê heye, ji bo ku em dizanin bêyî ku heqîqeta Cizîr, Sîlopî û Sûrê neaxivin muzakere pêk nayê, em li vir in."

'EM Lİ DİJÎ ŞER Dİ NOBETÊ DE NE'

Allak bilêv kir ku ew ji ber ku dizanin wateya xwedîlêderketina jiyanê çi ye li Amedê ne. Allak ev tişt anî ziman: ""Em li vir bi yên ku xwedî li qadên jiyanê derdikevin mil bi bilin şahid in, li dijî şer di nobetê de ne, em ê li pey mafê xwe yê aştî û heqîqetê bernedin."

'EM Ê Bİ PÊŞENGİYA JİNAN AŞTİYÊ ÎNŞA BİKİN'

Piştre parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel axivî destnîşan kir ku ew berxwedana Sûrê silav dikin û wiha axivî: "Jin wekî di hemû beşên jiyanê de, di berxwedanê de jî di refên pêş de ne. Yên ku biryara şer girtina wê winda bikin. Em ji bo înşakirina jiyanê li vir in. Em ê bi pêşengiya jinan aştiyê înşa bikin."

'HATİNA WE YA VÊ DERÊ Jİ BO BERXWEDÊRAN SİLAV E'

Endama Kordînasyona KJA'yê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku ligel biryara şer a li ser vî axê gel dibêje aştî û ji bo vê hewl dide. Ata bang li jinên Tirkiyeyê kir û ev tişt anî ziman. "Îro hatina we ya vê derê, gotina heqîqetê, careke din gotina we ya muzakere ji bo berxwedêran silav e."

DAXWAZ Bİ YEK DENGÎ HATE XWENDİN

Piştî axaftinan ji daxwazên xwe yên "Em ne aligirên mirinê aligirên jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî û heqîqatê diparêzin. Pêdiviya me bi axaftina heqîqat, aştiye rasteqîn, muzakereyê heye. Ji bo mirin, dorpêç, qedexe bi dawî bibin, zarok nebin hedef em bang li meclîs û hikûmetê dikin ku ji bo mafê meyê jiyanê peywira bi cih bînin. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe, muzakere ji nûve dest pê bike ji bo aştiyeke mayînde em dixwazin riyên çareseriyê pêk bên. Li Sûrê bila dorpêç bi dawî bibe. Aştî heqîqet, muzakere."

...