BI DÎMEN

Parêznameya 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a Ocalan bi Rûsî hat tercûmekirin

Pirtûka 5. a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi navê 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweyî-Li hemberî Qirkirina Çandî Parastina Kurdan' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi zimanê Rûsî hat tercûmekirin.

Pirtûka 5. a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi navê 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweyî-Li hemberî Qirkirina Çandî Parastina Kurdan' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi zimanê Rûsî hat tercûmekirin. Danasîna pirtûkê li Navenda Çanda Kurd a Moskowayê bi civînekê hat kirin.

Hevserokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd li Rûsyayê Ferhat Patiyev li civînê axivî û got, "Ev pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava şert û mercên zehmet de li Îmraliyê nivîsandiye, ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Ji bo çareseriya krîza dewletên Rojhilata Navîn, di vê pirtûkê de rêyên çareseriyê û perspektîfên pêwîst hene. Birêz Ocalan ji bo jiyana hemû gelên li Rojhilata Navîn a di çarçoveya nirxên hevpar de tezên girîng afirandiye. Her kesê vê pirtûkê bixwîne, wê ji vê îlhamê bigire."

...