PDK’ê korîdora di navbera Şengal û Rojava de digire

Rayedarên PDK’ê nehiştin ku welatiyên Şengalê derbasî Rojava bibin. Tevgera Demokratîk a Êzdiyên Azad li hemberî helwesta PDK’ê nerazîbûna xwe anî ziman.

Li gorî nûçeyeke Radio Çira ya Şengalê ku li herêma Şenbalê weşanê dike, rayedarên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) îro piştî nîvroj karîdora di navbera herêma Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de girt û nehişt welatiyên Şengalê derbasî Rojava bibin.

Li gorî heman nûçeyê hêzên PDK’ê li ser benda kontrolê ya li gundê Momî ya girêdayî Şengalê bi cih bûne û nahêlin welatiyên Şengalê derbasî Rojava bibin. Sedema girtiya riya di navbera Şengal û Rojava de jî diyar nekirin. Welatiyên Şengalê jî ev kiryara PDK’ê şermezar kirin û gotin ku serdana wan a Rojava tenê ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî û dermankirinê ye.

Meclîsa Tevgera Demokratîk a Êzdiyên Azad jî bi daxuyaniyekê ku Radio Çira de weşand got ku ev kiryarên PDK’ê êşa welatiyên Şengalê zêde dike û bang li rayedarên PDK’ê kir ku dest ji van kiryaran berdin û destên xwe bidin welatiyên Şengalê.