Terikandina welêt çareserî nîne

Ji rêveberên ciwanan ê Tevgera Goran Dilêr Abdulhalik diyar kir, derketina derveyî welat a ciwanên Başûrê Kurdistanê çareserî nîne û got, "Çareserî; mayîna li welêt û têkoşîna ji bo avakirina rêveberiyeke demokratîk e."

Ji rêveberên ciwanan ê Tevgera Goran Dilêr Abdulhalik diyar kir, derketina derveyî welat a ciwanên Başûrê Kurdistanê çareserî nîne û got, "Çareserî; mayîna li welêt û têkoşîna ji bo avakirina rêveberiyeke demokratîk e."

Ji rêveberên ciwanan ê Tevgera Goran Dilêr Abdulhalik ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku berxwedana YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê pêngaveke dîrokî ye.

Li ser pirsgirêkên civakî û siyasî yên ciwanên li Başûrê Kurdistanê di nav de ne Abdulhalik ev nirxandin kir: "Ciwan beşek girîng a nifûsa Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo guhertina rewşa heyî ya krîzê, ciwan dikare bibe hêzeke bi bandor. Lê mixabin, ji ber rêveberiyeke nebaş a li herêma me û ji ber ku partiyekê civak xistiye bin serweriya xwe, ev hêza bi bandor, di afirandina modeleke baştir a aboriyê, avakirina sîstemeke xurt a aboriyê û destnîşankirina rêveberiyeke demokratîk de, nikare rengê xwe nîşan bide."

'PIRSGIRÊKÊN HEYÎ DANEHEVIYA RÊVEBERIYA NEBAŞ A 24 SALAN E'

Abdulhalik da zanîn, ku Başûrê Kurdistanê ev 24 sal in baş nayê bi rêvebirin, lewma pirsgirêk li ser hev civiyan û bû barekî giran li ser milê civakê. Abdulhalik  got, "Beşeke girîng a vî barî ketiye ser milê ciwanan. Halbûkî ciwan weke hêza hilberîner a herî bi bandor, rûyê ronahî yê siberoja civakê ye. Mixabin, ji bo ciwan bi vê rola xwe rabin, derfet nînin."

Abdulhalik da xuyakirin, ku ji ber siyaseta PDK'ê ya ku rêveberiya herêma Kurdistanê xistiye nava lepên xwe, hêviya ciwanan ji siyasetê gelekî kêm bûye û got, "Eger li welatê lê dijî mafê wekhev ê tevlîbûnê tinebe, hingî baweriya ciwanan jî wê bi rêveberiyê re nemîne. Ya ku li herêma me diqewime ev e."

'DIVÊ CIWAN LI HEMBERÎ DIZ Û KARÊN NE LI RÊ, XWEDÎ LI WELATÊ XWE DERKEVIN'

Ji bo têkoşîna ciwanan a li hemberî sîstema heyî, Abdulhalik ev tespît kir: "PDK bi salan e rêveberî xistiye nava lepên xwe. Lê ne bi Bakurê Kurdistanê ne jî bi Rojavayê Kurdistanê re têkiliyê danayne. Ne tenê ew, ji bo aramiya herêmê bi hikûmeta Bexdayê re jî têkiliyeke rast danîne. Ev yek jî rê li ber pirsgirêkan vedike û hîn bêhtir zorê dide ciwanan. Lê belê, divê ciwan li dijî vê derkevin. Pêwîste xwedî li welatê xwe derkevin. Dibe ku ew welêt bifiroş in, diziyê bikin, karên ne li rê bikin, mafên Rojava neparêzin, ji bo aştiyeke demokratîk a li Bakurê Kurdistanê nekevin nava hewldanan, ji bo yekîtiya neteweyî xwe nelivîne. Lê belê divê ciwan li dijî vê têbikoşin. Ji bo afirandina rêveberiyeke demokratîk û yekîtiya neteweyî pêwîste ciwan hîn bêhtir giraniya xwe bidin ser siyasetê."

'DERKETINA JI WELAT, ÇARESERÎ NÎNE' 

Abdulhalik bal kişand ser koça ciwanan a ji welêt û destnîşan kir, ku ev yek çareserî nîne. Abdulhalik  got, "Koçkirin an jî derketina derveyî welat di nava şert û mercên asayî de mafekî însanî yê gerdûnî ye. Mafê her kesî heye cihê dixwaze lê bijî hilbijêre. Lê belê li vê derê, ji ber ku hikûmet derfetên jiyaneke baş nade mirovên xwe bi taybetî nade ciwanan, mirov ji welêt koç dikin. Lewma mirovên ji welêt diçin, ne mirovên ji welatê xwe hez nakin e. Ew mirovên koç kirine, dibe ku ji me bêhtir ji welatê xwe hez dikin.

Abdulhalik anî ziman, şert û merc çi dibin bila bibin divê ciwan li welêt bimînin û têbikoşin. Abdulhalik  got, "Terikandina welêt, reva ji pirsgirêkên vî welatî çareserî nîne. Bi mayîna li welêt û têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe re em dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Eger em li vê derê bimînin û têkoşîna xwe bidomînin, hingî em ê sîstema rêveberiyeke hîn demokratîk bînin herêma federal a Kurdistanê."

'YPS'Ê JI BO PARASTIN Û EWLEKIRINA MAFÊN GELÊ KURD, PÊNGAVEKE DÎROKÎ AVÊT'

Ji rêveberên ciwanan ê Tevgera Goran Dilêr Abdulhalik li ser berxwedana YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê jî ev nirxandin kir:

"Berxwedana YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê, ji bo parastin û ewlekirina mafên xwezayî yên Kurdan, pêngaveke dîrokî ye. Têkoşîna ciwanên Kurd a li bakur, ji ber parastina mafên neteweyî ye, pîroz e. Pêwîste Kurd hemû destekê bidin vê têkoşînê. Weke Tevgera Goran em timî tînin ziman ku divê pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê bi rêbazên aştiyane demokratîk were çareserkirin. Ji ber ku Kurd gelek e û mafê vî gelî ye bi mafên xwe yên xwezayî re bijî.

Abdulhalik bal kişand ser desteka ji bo berxwedana YPS'ê û got, "Kurd hemû li pişt vê têkoşînê ne" û anî ziman ku di vê pêvajoya dîrokî de barê li ser milê ciwanan gelekî giran e, lewma divê têkoşîna xwe xurttir bikin.