Kurê Huseyîn Guzel ê li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên dewletê krîza dil derbas kir û cenazeyê wî 14 rojan li malê li ser maseyê ma, Ahmet Guzel tiştên ku qewimîn weke zilmê bi nav kir. Guzel anî ziman ku hêzên dewletê yên ku di salên 90'î de gund şewitandin niha jî dixwazin bajarên wan bişewîtin lê ew ê destûrê nedin vê yekê.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê 37 rojan li dijî gel teror meşandin û qatlîam pêk anîn. Di êrîşan de hin welatiyan jî ji ber êrîşan pirsgirêkên tenduristiyê jiyankirin û ji ber vê yekê jî jiyana xwe ji dest dan. Hêzên dewletê li taxa Başakê bombe avêtin mala welatiyê bi navê Huseyîn Guzel ê 70 salî, Guzel krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ji ber êrîşan cenazeyê Guzel 14 rojan li malê ma. Piştre jî bi cenazeyê Salîh Esmer (Salihê Şirnexî) ve li navenda Şirnexê hate definkirin. Maseya ku cenazeyê Guzel li ser hate rawestandin hê jî li odeyê disekine. Kurê Guzel, Ahmet Guzel diyar kir ku tiştên ku jiyane zilm e û tu caran ew ê vî zilmê ji bîr nekin.
'DIVÊ HER KES LI DIJÎ BÊWIJDANIYÊ RABE SER PIYAN'
Guzel bilêv kir ku di êrîşan de bavê wî mala xwe neterikandiye û ew çûne gund lê bavê wî li malê mayê. Guzel anî ziman ku piştî li dijî mala wan êrîş pêk hatiye agahî ji wan re çûye û ji bo bavê xwe hatiye malê, xwestine bikevin hundir lê tîmên taybet ew jî gulebaran kirine. Guzel anî ziman ku di dema rêveberiya awarte de zilm jiyane û wiha axivî: "Ev zilm e. Bajarên me tine kirin. Mirovên me qetil kirin. Hemû kesan dizanibû lê bêdeng man. Xwedê vê qebûl nake. Em ê jî qebûl nakin. Ev bêwijdanî ye. Heta kengî dê bidome. Me av karê mirovan e?"
Guzel got ku divê hemû kes li dijî zilmê rabe li ser piyan û di 90'î de ji gundê Batê yê Elkê koç kirine, hatine Silopiyayê. Guzel diyar kir ku wê demê gundê wan hatiye xerakirin îro jî dewlet dixwaze bajarên wan bişewîtine lê ew ê êdî destûrê nedin vê yekê.