Ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên li jêrzemînên li Cizîrê asê man e, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û kedkarên tenduristiyê yên dildar wê biçin Cizîrê.
Ji bo wergirtina 42 birîndar û 17 cenazeyên li jêrzemînên du avahiyên li Cizîrê asê man e, hewldanên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ên li Mêrdînê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Kamûran Yuksek, Parlamenterên HDP'ê Celal Dogan, Îdrîs Balûken, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Mîthat Sancar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk wê îro saet di 14:00 de li salona civînê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civîneke çapemeniyê lidar bixin.
Piştî civînê Yuksek, wekîlên HDP'yî û kedkarên tenduristiyê yên dildar wê di ser Nisêbînê re biçin Cizîrê.