Li Şirnexê û Mêrdînê çalakiya dengderxistinê

Ji bo çalakiyên dengderxistinê yên bi dirûşma “Li hember zilmê deng derxin, deng bidin aştiyê” ên ji bo rizgarikirina birîndarên li Cizîr û protestokirina polîtîkayên şer ê AKP’ê tên lidarxistin.

Ji bo çalakiyên dengderxistinê yên bi dirûşma “Li hember zilmê deng derxin, deng bidin aştiyê” ên ji bo rizgarikirina birîndarên li Cizîr û protestokirina polîtîkayên şer ê AKP’ê tên lidarxistin, îşev Mêrdîn û Şirnex dema saet bû 19:00 rabûn ser lingan.

Taxên berxwedanê ên Bahçelîevler, Yenîmahale, Dicle, Yeşîlyûrt, Cûmhûriyet û Gazîpaşa yên li navenda bajarê Şirnexê û li tevahî bajar welatî derketin şaneşîn û şibakeyên malên xwe, bi tepsî, beroş li hember zilmê deng derxistin.

Li navçeya Hezexê ya ku berxwedana xwerêveberiya gel lê didome jî, dema saet bu 19:00 gel bi dirûşmên “Bijî berxwedana Sûr”, “Bijî berxwedana Cizîrê” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin û daketin ser balkonan. Gel bi tepsî û beroşên girtin destên xwe bi deqeyan deng derxsitin. Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî bi deh hezaran kes li ser balkon û li ber şibekayan amade bû ku li hember zilmê deng derxin. Dema saeta çalakiyê hat, gel bi deqeyan çalakiya dengderxistinê berdewam kirin.

Li Nisêbîna ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome jî, di destpêkê de berxwedêrên li taxan ên li pişt bendan, li tevahî bajar çalakiya dengderxistinê hat lidarxistin. Dengên dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê” yên li pişt bendan li tevahiya navçeyê belav bûn.

...