Endama YPS-Jin Taştamur bi dirûşmeyan hat oxirkirin

Cenazeyê endama YPS-Jin Hîdayet Taştamur a li Şirnexê di çalakiya li dijî Navenda Kademe ya Polîsan de jiyana xwe ji dest da li gundê Girdikanê hate definkirin.

Cenazeyê endama YPS-Jin Hîdayet Taştamur a li Bahçelîevler a Şirnexê di çalakiya li dijî Navenda Kademe ya Polîsan de jiyana xwe ji dest da li gundê Girdikan a bi ser navçeya Hawêl a Sêrtê hate definkirin. Piştî otopsiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin cenaze ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û duh anîn Hawêlê û serê sibehê jî i konvoyê ve ber bi gundê Girdikanê ve derxistin rê. 

Konvoya cenaze li 3 cihan ji aliyê leşker û polîsan ve bi awayekî kêfî hate rawestandin. Cenaze piştî ku gihîşt gund li mizgeftê wecîbeyên olî hatin bicihanîn li ser milên jinan ve birin goristana gund. Di merasîma cenaze ya li goristanê de dirûşmên "Şehîd namirin" "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Leşker û polîsên ku goristan dorpêç kirin û gotin heke dirûşm bên avêtin wê êrîş bikin lê gel guh nedan anonsê û bi çepik, tîlîlî û dirûşman ve cenaze defin kirin. 

Piştî rêzgirtinê dayika Taştamur, Cemîle Taştamur axivî û ji bo gelê Kurd sersaxî xwest û got ku keça wê şehîda demokrasî û azadiyê ye. Apê Taştamur, Beşîr Taştamur jî got ku gelê Kurd jî dixwaze wekî gelên din ên cîhanê bi awayeke azad bijî, lê dewlet bi qatlîaman ve bersivê dide. Taştamur anî ziman ku pirsgirêka Kurd êdî bi şer re nikare bê çareserkirin û divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere bê kirin û wiha got: "Dewleta ku bi salan e em xizmetê dikin, me qetil dike. Em ê wekî gel li dijî vî qirkirinê parastina xwe bikin. Gelê Kurd ti caran nexwest kes bimire. Em ne terorîst in, gel in. Em ji bo azadî û gelê xwe şer dikin."

Piştî axaftinan gel qurnefîl danîn ser gora Taştemur û ji goristanê veqetiyan. Piştre jî ji bo sersaxiyê çûn Mala Şînê ya Şêx Huseyîn a li taxa Şafakê ya Êlihê. 

Li aliyê din xebatkarê Akademiya Siyasetê ya DBP'ê Bekîr Budak ê ku ji bo beşdarî merasîma cenaze bibe diçû gundê Girdikanê hate binçavkirin jî hate berdan.